Ji bazara zêrîngerên Amedê 7 ton zêrên kêmeyar hatin komkirin

28-01-2023
Abdulselam Akinci
Li Amedê di heft mehên dawî de 7  ton zêrên kêmeyar ji bazarê hatine komkirin.
Li Amedê di heft mehên dawî de 7 ton zêrên kêmeyar ji bazarê hatine komkirin.
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Kooperatîfa Zêrîngerên Amedê dibêje, di nava 7 mehan de, li bazara zêrîngerên Amedê dest bi ser 7 ton zêrên kêmeyar hatiye girtin. Serokê Kooperatîfa Zêrînger û Serrafên Amedê Mehmet Yuksel dibêje, zêrê heqîqî divê 22 eyar be, lê hin kesên sextekar eyara zêr kêm dikin û li şûna 22 eyaran, 19-18 û heta 14 eyarî çêdikin, jê didizin û dadixin bazarê.

Ew zêrên kêmeyar bi nirxê zêrê 22 eyar tê firotin. Hem xelk û hem jî zêrînger têne xapandin. Ji ber vê jî 350 zêrîngerên Amedê biryar dane ku ji bilî zêrên derpxaneyê li tu zêrîngerên Amedê zêrên din neyê firotin û zêrê derpxaneyê jî bi mohr û pakêteke taybet tê firotin.

Serokê Kooperatîfa Zêrînger û Serrafên Amedê Mehmet Yuksel amaje bi wê yekê dike ku berhemanîna zêran tene di erka derpxaneyê de ye, lê di bazarê de hin kesên nieyt xirab ji xweber hilberîna zêrên kêmeyar dikin û bi awayek dixin bazara zêran. Ew dibêje di şûna ku ew zêr divê 22 eyar bin, 19-18  û heta 14 eyar in ku ev jî bi awayek din nîşaneya sextebûna wan zêran e.

Mehmet Yuksel got: “Ev zêrên kêmeyar li bajarê me hinek zêde bibûn. Mê jî têkoşîna vê yekê kir. Zêrên kêmeyar hinek jî ji dervayê bajêr dihat Amedê. Tê de dizî hebû. Em bejin zêrê 22 eyar hatibû 18 eyaran, 19 eyaran,14 eyaran. Di zêrek cumhiriyet de 3-4 hezar jî ferq dikir. 350 esnafên me hene. Me biryarek girt û ji xeynî zêrên derpxaneyê firotina zêrên din qedexe bikin.”

Li gor zêrîngeran ew jî û welatî bi hêsanî pê dernaxin ku zêrên tên firotan kêm eyar in an jî tam eyar in. Lê dema kirîn û firotana zêrên kêmeyar bin jî her bi bihayên 22 eyaran tên firotan ku hem zêrînger hem jî welatî ji vê yekê dikevin zirarê.

Zêrînger Remezan Bozkuş jî got: “A vana ji beriyek bikevin piyaseyê stendin û firotina vana zêde bibin êdî ev zêr dê werin bikaranîn. Di nav van de jî kêmeyar derdikevin, sexte derdikevin lê em nikarin wan kontrol bikin. Ji bo wê yekê komeleyê biryar da em zêrên xwe ji derpxaneyê bînin.”

Kooperatîfa Zêrîngerên Amedê ji bo rêgiriya li ber sextekarîyê û ji bo ku zêrên sexte û kêmeyar di bazarê neminin bi parêzgarî û rêveberîya ewlehiya Amedê re hevaheng kar dikin. Hedef ew e  ku ji bilî zêrên derpxaneyê bi ti awayî tu cûre zêr di bazarê de neminin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst