Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, tîmên Rêveberiya Bazirganî ya Bajêr û zabitayên şaredariyê bi armanca rêgirîkirina bihayên giran li bazar û marketan dest bi kontrolê kirin.
Piştî di meha Kanûnê de lîreyê Tirkî li hember dolar %50yî zêdetir nirxê xwe jidest da, bihayên xorak û kelûpelan bi awayekî pir zêde hatin bilindkirin. Lê piştî 20ê Kanûnê nirxê lîre li hember dolar %33 zêde bû bihayên li market û bazarê nehatin daxistin û xelk jî gazindan ji vê yekê dikin.
Li bajarên wek Riha, Semsûr, Kîlîs, Şirnex, Dîlok, Meletî û Çewligê tîmên Rêveberiya Bazirganî ya Bajêr û zabitayên şaredariyê bi armanca rêgirîkirina bihayên zêde li bazar û marketan dest bi kontrolan kirin.
Welatiyê Şirnexê Yusuf Ozdemir dibêje “Daxistineke biçûk heye, lê ne weke ku tê çaverêkirin. Em hêvî dikin biha zêdetir bên daxistin. Tekane hêvîye me ev e.”
Li Semsûrê jî bi serpereştiya Serokê Şaredariyê Suleyman Kilinç xebatên kontrola marketan tên meşandin.
Şaredarê Semsûrê Suleyman Kilinç got “Di mijara mexdûriyeta welatiyan de, li ser bihabûna pir zêde gilî dihatin kirin. Em jî îro bi Rêveberiya Bazirganî ya Bajêr û zabitayên xwe re digerin û bihayan kontrol dikin. Dinêrin ka di navbera bihayên hatine nivîsandin û bihayên kaseyê de cudahî hene an nîne. Herwiha li gramên wan jî dinêrin.”
Li Rihayê jî zabitayên şaredariyê bihayên xorakan kontrol kirin û derbarê bihayên bilind hişyarî dan esnaf û marketan.
Serokê Daîreya Zabitayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Hasan Atmaca diyar kir “Wek tîmên zabitayê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, kontrolên me yên bihayên zêde bênavber berdewam dibin. Em xebatên xwe car caran bi hevkariya tîmên Rêveberiya Bazirganî ya Bajêr û wekî din bi zabitayên şaredariyê dimeşînin. Bihayên zêde ku em tespît dikin bi nivîseke dişînin Rêveberiya Bazirganî ya Bajêr, da ku ew jî bişînin wezaretê.”
Saziya Amarê Tirkiyê (TUÎK) destpêka meha Kanûnê rêjeya enflasyona salane wek sedî 21,31 eşkere kir, lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG)ê berovajî TUÎKê rêjeya enflasyona salane ji sedî 58,65 ragihand.
Welatî dixwazin daketina nirxê dolar yekser bandorê li ser nirxan bike û çawa ku rojane biha dihatin bilindikirin, niha jî berovajî wê yekê ew biha bên daxistin û di serî de bihayên xorak û pêdiviyên sereke yên jiyanê bên erzankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse