Li Rihayê zeviyên hilberîna pembû ji sedî 55 zêde bûye

29-09-2022
RÛDAW
Nîşan Riha Pembû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha komkirina pembû dest pê kir û li gor par, îsal qada hilberîna pembû li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê ji sedî 55 zêde bûye.

Li Rihayê ku li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ji sedî 42yê pembû li wê derê tê hilberîn, par li ser milyonek û 800 hezar donim pembû hat çandin û bi qasî 900 hezar ton pembû hat bidestxistin.

Îsal li bajêr qada hilberîna pembû ji sedî 55 zêde bû û derket 2 milyon û 800 hezar donimî. Her wisa tê pêşbînîkirin ku îsal milyonek û 400 hezar ton pembû were bidestxistin.

Serokê Odeya Ziraetê ya Rihayê Ahmet Eyyupoglu da zanîn ku, li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê Riha di hilberîna pembû de di rêza yekemîn de ye.

Ahmet Eyyupoglu destnîşan kir ku zeviyên hilberîna pembû zêde bûn û got, "Me li hemû cotkarên xwe pêşniyar kir ku pembû daynin, cotkarên me jî pembû danîn. Ber û berhemdariya pembû îsal pir baş e. Rekolteya me înşelah dê pir baş be.”

Eyyupoglu herwiha derbarê bihayê kirîna pembû de jî wiha axivî; " Yekîneyên Kooperatîfên Firotina Çandiniyê wekî 23,5 lire eşkere kir. Divê Çukobirlik jî wî bihayî eşkere bike. Ji ber pirsgirêka elektirîkê bihayê pembû hinekî rawestiyabû, lê dê serast bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst