Almanya heqdestê herî kêm zêde dike

29-10-2025
RÛDAW
Nîşan Almanya Karker Heqdestê Herî Kêm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê piştgiriya xwe ya ji bo zêdekirina heqdestê herî kêm ê saetekê ragihand.

Ev, ji dema ku Almanyayê 10 sal berê sîstema deqdestê herî kêm qebûl kiribû ve zêdekirina herî mezin e.

Zêdekirin dê di du qonaxan de be; dê ji 12,82 euroyan destpêka sala pêşiya me bibe 13,90 euro û pişt re 1ê Kanûna Paşîn a 2027an careke din dê ji bo her saetekê bibe 14,60 euro.

Piştî ku kabîneya Almanyayê zêdekirin qebûl kir, Wezîra Kar a Almanyayê Barbel Basê ragihand:

"Bi milyonan karker dê di berdêla karê xwe de pereyekî zêdetir wergirin û şirket jî dikarin bi awayekî berpirsane mesrefan li ser 2 salan dabeş bikin."

Barbel Basa ku ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) e da zanîn ku zêdekirin "gaveke girîng e ber bi dadperweriyeke zêdetir û rêzgirtina ji bo wan kesên ku rojane welatê me bi rê ve dibin".

Li gorî Wezareta Kar a Almanyayê dê nêzîkî şeş milyon karker ji biryara nû sûdê wergirin.

Pêşniyara bilindkirina du qonaxî meha hezîranê ji aliyê komîteyeke serbixwe ve hatibû kirin ku çavdêriya heqdest3e herî kêm dike.

Komîteya ku sala 2015an hatibû avakirin, ji aborînas, serokên sendîkayan û nûnerên karsazan pêk tê.

Ev zêdekirin hîn jî ji wan 15 euroyê kêmtir e ku di rêkeftina hevpeymaniyê de hatibû behskirin.

Hinek siyasetmedarên SPDyê dixwazin ku komîte were derbaskirin û zêdekirina meaşê rasterast were sepandin, ev jî pêşniyareke ku rastî rexneyên kevneperestan tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst