LÊKOLÎN - Sînorê birçîbûnê 26 hezar lîre derbas kiriye

30-06-2025
Nîşan Sînorê Birçîbûnê Sînorê Hejariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna TURK-IŞê di hezîrana îsal de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê gihiştiye 26 hezar û 115 lîreyan û sînorê hejariyê jî derketiye 85 hezar û 65 lîreyên Tirkî.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-IŞ) encamên “Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê ya Hezîrana 2025an” eşkere kirin.

TURK-IŞ bi armanca şert û mercên debara jiyanê ya karkeran were diyarkirin û bandora zêdebûna bihayê kel û pelên serekî yên li jiyana bê zanîn her meh raporekê belav dike.

Li gorî rarpora TURK-IŞê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê gihiştiye 26 hezar û 115 lîreyan ku mûçeyê kêmane tenê 22 hezar û 104 lîre ye.

TURK IŞê eşkere kir ku ji bo kesek karibe bijî pêwîstiya wî bi 33 hezar û 586 lîreyan heye.

Her wiha di lêkolînê de hatiye diyarkirin ku sînorê hejariyê jî 85 hezar lîre derbas kiriye û bûye 85 hezar û 65 lîre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst