Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna Konfederasyona Kamu-Îşê ya Hevgirtî, meha Nîsana îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî gihiştiye 26 hezar û 178 lîreyan.
Her wiha sînorê hejariyê jî derketiye 79 hezar û 413 lîreyên Tirkî.
Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Kamu-Îşê ya Hevgirtî (KAMU-AR) encamên Lêkolîna xwe ya "Sînorê Birçîbûn û Hejariyê" yên Nîsana 2025an eşkere kirin.
Li gorî amaran, sînorê birçîbûnê di nav mehekê de 452 lîreyan zêde bûye û gehiştiye 26 hezar û 178 lîreyan ku mûçeyê herî kêm tenê 22 hezar û 104 lîre ye.
Wate sînorê birçîbûnê 4 hezar û 74 lîre derbas kiriye.
Her wiha sînorê hejariyê jî di heman mehê de li gorî meha borî bi zêdebûna 1182 lîreyan derketiye 79 hezar û 413 lîreyên Tirkî.
Di meha Nîsanê de herî zêde goşt, hêk û dexlûdan biha bûne û di rêza duyemîn de jî şîr û berhemên şîr hene.
Li gorî raporê, ji bo kesek bikaribe bi tenduristî bijî mehane divê:
Herî kêm 7 hezar û 920 lîre ji bo goşt, mirîşk û masî
Herî kêm 5 hezar û 297 lîre ji bo şîr û berhemên şîr
Herî kêm 6 hezar û 244 lîre ji bo fêkî û sewze
Ji bo nan,ard û meqerne 2 hezar û 172 lîre
Herî kêm 997 lîre ji bo birinc û sawarê xerc bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse