Benzîn dîsa biha dibe

30-10-2025
Nîşan Benzîn Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sibe û pê ve lîtreya benzînê 1,14 lîreyan biha dibe.

Li gorî çavkaniyên sektora sotemeniyê, ji ber guherîna bazara petrolê û bêqîmetbûna lîreyê Tirkî berhemên petrol û gazê jî biha dibin.

Hatiye diyarkirin ku ji roja înê (31.10.2025) û pê ve lîtreya benzînê bi 1,14 lîreyan biha dibe.

Piştî vê bihabûnê dê lîtreyek benzîn li Stenbolê bi 53,49 lîreyan bê firotin.

Her wiha li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jî lîtreya benzînê ji 54,49 lîreyan derdikeve 55,63 lîreyên Tirkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst