Zêr hefteyeke baş derbas kir: Onsek bû 4 hezar û 300 dolar

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr û Pere Jerome Powell Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr roja înê bi awayekî berbiçav zêde bû û heta 4 hezar û 350 dolarî derket lê di saetên dawî yên bazarê de hinekî daket û doh êvarî bazar bi 4 hezar û 300 dolarî hat girtin.

Bihayê zêr roja înê danê sibehê nêzîkî 4 hezar û 280 dolarî bû heta 4 hezar û 350 dolarî hilkişiya.

Beriya girtina bazarê beşek ji qezenca xwe ji dest da û bi nêzîkî 4 hezar û 300 dolarî hat girtin.

Bi vî awayî di asta rojane de zêr zêdetirî ji sedî 1 biha bû. Di girêbestên paşerojê de jî bi 4 hezar û 366 dolaran miamele bi onseke zêr hat kirin.

Di asta heftane de jî zêr hefteyeke girîng derbas kir û bi rêjeya ji sedî 3yan biha bû.

Li gorî şîrovekaran, daxuyaniyên Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) Jerome Powell ên roja çarşemê yên piştî ragihandina faîzê, piştgirî daye bihabûna zêr.

Jerome Powell her çi qas kêmkirina faîzê ya sala bê bi amarên nû yên aboriya Amerîkayê ve girêdabe jî kêmkirina faîzê red nekir.

Li aliyê din, Serokê FEDê Jerome Powell ragihand ku ew dê dest bi kirîna bonoyên Amerîkayê bikin.

Kirîna bonoyên Amerîkayê dibe sedema zêdebûna pereyê kaş (nextine) di bazarên Amerîkayê de ku ev yek dikare piştgiriyê bide bazaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst