Zêr pêşî erzan bû û paşê dîsa biha bû

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr Banka Navendî ya Amerîkayê Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî daketina roja înê, îro bihayê zêr 10 dolaran bilind bû û onsa wî bi 4 hezar û 210 dolaran tê firotin. 

Ev bihayên doh sibehê ne ku bazarên darayî yên cîhanê girtî bûn û onsa zêr bi 4 hezar û 198 dolaran bû.

Çav li Banka Navendî ye

Bazirgan û veberhêner li benda biryara Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) ya li ser rêjeya faîzê ne.

Banka Navendî dê êvara çarşema bê demjimêr 21:00ê rêjeya faîzê eşkere bike.

Pêşbînî bi wî awayî ne ku berpirsên bankê biryara kêmkirina rêjeya faîzê ya bi rêjeya ji sedî 0,25 bidin.

Niha nêzîkî ji sedî 90ê bazirganan pêşbîniya kêmkirina faîzê bi rêjeya ji sedî 0,25 dikin.

Bi vê yekê re rêjeya faîzê dibe ji sedî 3,75 heta 4,0.

Her wiha pêşbînî tê kirin ku sala bê jî du carên din ev rêje were kêmkirin.

Gotinên Jerome Powell

Piştî biryarê demjimêr 21:30î, Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell dê di konferansekê de behsa pêşbîniyên aborî yên bankê yên derbarê Amerîkayê bike û bersivê bide rojnamegeran.

Gotinên Powell dikarin bandoreke mezin li bazaran bikin.

Beriya ragihandina biryara Banka Navendî ya Amerîkayê, sêşemê daneyên derbarê rexsandina derfetên kar tên belavkirin.

Ev wekî xwendina dawî ya bazara kar beriya biryarê, xwedî girîngiyeke mezin e.

Rezerva Çînê

Li aliyê din, Banka Navendî ya Çînê jî 13 meh in li ser hev rezerva zêrê welatê xwe zêde dike.

Bi vê yekê re, tevahiya rezerva zêr a wî welatî gihiştiye nêzîkî 74,12 milyon onsan ku dike 2 hezar û 305 ton.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst