Moskow (Rûdaw) – Rûsya piştevaniya projeya Iraq û Îranê dike ku dixwazin boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê ve saz bikin. Rûsya di vê derbarê de ligel Îranê peymanek imze kiriye û Îran jî dixwaze petrola xwe bi rêya wê boriyê bigihîne Ewropayê.
Bi agahiyên medyaya rûsî, Moskow piştgiriyê dide projeya Iraq û Îranê, ku hewl didin boriya petrolê ya Kerkûk-Beniyas a Sûrî saz bikin, ku ji derveyî sînorên Herêma Kurdistanê re derbas dibe. Jixwe Rosnefta Rûsî ji bo rêvebirina termînala petrolê ya li Trablûsê, ku divê bi xeta Beniyasê ve bê girêdan, li gel Wezareta Enerjiya Lubnanê peyman îmze kiriye.
Îran jî dixwaze bi vê projeyê ve petrolê xwe bigihîne Ewrûpayê. Lê şarezayê rûs, îhtîmal nade ku ew xet bikaribe petrolê Îranê veguhêze Ewropayê û bi nêrîna wî, ev projeyê, herî zêde dikare bi kêrî dabînkirina pêdiviya Sûrî ya petrolê were.
Derbarê vê mijarê de şarazayê ser şerên petrolê Aleksandr Kuznetsov dibêje: "Ev proje, projeyeke erzan nîne û pêdiviya wê bi veberdêrîyeke pir qerase heye. Lê ne derfetên Moskow, ne jî yên Thranê têra wê bikin. Lewma jî ez bawer nakim ku petrolê Îranê bi wê lûleyê bigihêje Ewropayê. Lê, ew proje ji bo aboriya Sûrî dikare biker bê. Ji xwe Rûsya û Îran li Sûrî garantor in û niha dixwazin beşdarî proseya vesazkirina aboriya wê bikin. Û dikarin bi vê projeyê ve li Sûrî hevkarî bikin."
Projeya Kerkûk-Beniyas piştî duyemîn şerê cîhanê ji aliya BPya Brîtanî hatiye avakirin û ji salên 1980î, ji dema şerê Iraq û Îranê vir ve nayê bikaranîn.
Çavdêrê rûs amaje bi rewşa siyasî ya Kerkûk û herêm bi giştî dike û tekez dike cîbicîkirina vê projeyê, tenê piştî lihevhatina Amerîka û Îranê mumkune.
Rojhilatnas, çavdêrê siyasî Konstantîn Truyevtsev jî wiha axivî: “Li ser Kerkûkê arîşeyên cidî hene. Ji ber ku hem îdîayên kurdan, hem jî îdiayên hikumeta federal li ser hene. Ji ber vê sedemê jî, ji hêla siyasî ve pêkanîna wê projeyê pir zehmet e. Lê niha Trump dixwaze Îranê neçar bike ku pê re peymaneke nû îmze bike. Û eger rojekî ji rojan ew peyman bê girêdan, hinge projeya Kerkûk-Benyas dikare pêkan bibe. "
Ji aliyê din, tê ragihandin, ku di van rojan de hikumetên Iraq û Tirkiyê jî, li ser projeya xeteke nû ya ji Kerkûkê heta bendera Ceyhanê li hev kirine, ku divê petrolên Besrayê jî, li xwe ve bigre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse