Sînemxan Bedirxan û 10 nivîskarên din ên jin hatin xelatkirin

02-12-2019
RÛDAW
-
-
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, di bin navê "Jin Jiyanê Dinvsînin" de, Festîvala Helbestên Jinan, birêve çû û tê de 11 jinên nivîskar û helbestvan hatin xelatkirin.

Di festîvalê de 81 helbestvanên jin ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.

Festîvala Helbestên Jinan ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi alîkariya Mala Kitêb li Hewlêrê hat lidarxistin.

Di festîvalê de xelata rêzgirtinê ya Pêşnegiya Rewşenbîrî û Edeb û Hunerê pêşkêşî 11 jinan hat kirin.

Di nava kesên ku xelat wergirtin, Sînemxan Bedirxan, Kurdistan Mukriyanî, Dr. Şukriye Resûl, Diya Ciwan jî hebûn.

Sînem Bedirxan derbarê birêveçûna Festîvala Helbestên Jinan de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Ya rastî, ev tiştekî gelek giring e ku bi vî awayî rêz li jinê bê girtin, çimku weke dibêjin, jin jiyan e.”

Nivîskar Necîbe Ehmed jî dibêje, “ew serdema ku me têde kar dikir, ku wek niha destê jinan nedigîşt berhemên çapkirî, medya û televîzyon û çapameniyê bi giştî û ji bo jinan gelek zehmet bû ku xwe perwerde bikin.”

Helbestvan Bonşino Mihemed jî ragihand, “divê jin li gor jinîtiya xwe binivîse û li ser hezên jinan û sînorên qedexekirî binivîse, nabe weke zilaman binivîse.”

Mihabad Qeredaxî jî dibêje, lidarxistina festîvaleke bi vî awayî û beşdariya jinan têde, ji bo nivşê nû yê jinên helbestvan handaneke baş e. Bi gotina Mihabad Qeredaxî, “rêzgirtina li hin helbestvanên jin ku xwedî ezmûn in û kedeke mezin dane ji bo wêjeya Kurdî, rêzgirtina li jinê ye û wê yekê giringiya xwe heye.”

Beyan Letîf nivîskar û helbestvaneka din e ku di festîvalê de beşdar bûye. Beyan Letîf wek xwe dibêje, rizgarbûyeka Enfalê ye û di helbestên xwe de wê hewl daye êş û kulên gelê Kurd û herwiha êş û derdên jinan di helbestên xwe de bîne ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst