Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Seydayê Tîrêj, 24 sal beriya niha îro koça dawî kir.
Sala 1923yan Seydayê Tîrêj li gundê Nicmokê yê parêzgeha Hisîçayê ji dayîk bû.
Wekî gelek helbestvanên Kurd, Tîrêj jî di dibistanên olî de Quran xwendiye û fêrî xwendin û nivîsandinê bûye.
Daxwaza ji Kamûran Bedirxan
Sala 1943yan rojnameyên "Stêr" û "Roja Nû" ji aliyê Dr. Kamûran Bedirxan ve dihatin weşandin.
Van rojnameyan ronahiyek dida ser rewşenbîriya Kurdî.
Lê piştî ku ev her du rojname du-sê mehan hatin birîn û nema derketin, Tîrêj dest bi xebatê kir.
Wî xwest hawara xwe bigihîne Dr. Kamûran da ku şandina rojnameyan bidome.
Seyda bi gelek zehmetiyan xwe gihand Beyrûtê.
Wî daxwaza xwe bi rêya helbestekê gihand Dr. Kamûran Bedirxan:
Kamîranê dilovan tu bi nav û nîşan î
Li Kurdistanê tu îro keyxusrewê zeman î
Şewqa roja me ya nû dida welat seraser
Rohnî dikir çol û deşt heya zozanê banî
Ew stêra mey bilind şeveq dida cîhanê
Çi karwan û çi rêwî wextê xwe pê dizanî
Belê mîrê mi îro çiqasî em dinêrin
Li ezmanê me Kurda nema dikin xuyanî
Gelo mij û moranê sî girtiye ser wana
Ji vî bextê meyî reş nakin rohnî li banî
Diwêt eger nama be em ê ji ter bişînin
Li ser baskên di teyran ji xwîna erxewan î
Qelem eger nema bin tiliyên keçan û bûkan
Bikin gurz û bişînin qelemin wek tu zanî
Qelen çiqa biha be, ji ber nadin xwe alî
Tê de bidin mal û milk digel jîna ciwanî
Stêr û roja xwe îro wek berê em dixwazin
Ji kulek û pencera şewq bidin her xanî
Ji hozanê mey bilind Tîrêj ûmîdewar e
Ko bide bersiva wî belê neb dilgiranî.
Seyda dibêje ku ev helbesta wî ya yekem bûye.
Dr. Kamûran piştî vê helbesta Seydayê Tîrêj, şandina her du rojnameyên xwe yên ku li Libnanê derdiketin domand.
Rojname di dema xwe de digihîştin Cizîrê. Bi vî awayî dilê Tîrêj û dildarên zimanê Kurdî xweş û hênik dibû.
Ev helbest ne tenê hestên kesane, di heman demê de girêdana kûr a gel a bi çapemeniya xwe re nîşan dide. Her wiha qedr û qîmetê Bedirxaniyan radixe ber çavan.
Seydayê Tîrêj bi berhemên xwe yên wekî "Xelat", "Zozan û Cûdî" û "Serpêhatiyên Kurdan" xizmeteke mezin ji wêjeya Kurdî re kir. Ew 23ê Adara 2002yan koça dawî kir.
Seydayê Tîrêj kî ye?
Navê rast ê Helbestvanê navdar ê Kurd Seydayê Tîrêj, Nayif e.
Ew sala 1923yan li gundê Nicmokê yê parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Dema ku Seydayê Tîrêj dibe 6 salî, bavê wî mala xwe bar dike û ew li gundê Sêmitikê bi cih dibin.
Tîrêj li wê derê û li cem Mela Birahîmê Golî, Quranê û çend pirtûkên olî dixwîne.
Wekî gelek helbestvanên Kurd, Seydayê Tîrêj jî li dibistana olî dest bi xwendin û nivîsandinê kiriye.
Xebatên wî yên siyasî û wêjeyî
Seydayê Tîrêj sala 1937an çûye Amûdê. Li wê derê pêwendiyên wî yên bi helbestvanên mezin ên wekî Cegerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza re xurt bûne.
Seydayê Tîrêj bi wan re xebata niştimanperweriyê kiriye. Wekî gelek welatperwer û ronakbîrên Kurdan, wî di nava civata Xoybûnê de cihê xwe girtiye.
Wî li gel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşîneke siyasî jî meşandiye.
Seydayê Tîrêj sala 1952yan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê girtin û dîwaneke helbestên wî yên belavnebûyî tê talankirin.
Kurdekî serbixwe bû
Seydayê Tîrêj ji ber zextên rejîmê neçar dimîne û demeke dirêj xwe di nav Erebên Cibûran de diparêze.
Sala 1973yan berê xwe dide bajarê Hisîçayê û li wir bi cih dibe. Heta ku koça dawî dike jî li wir dimîne.
Seydayê Tîrêj tevlî ti rêxistin û partiyan nebûye û Kurdekî serbixwe bûye.
Seydayê Tîrêj xwediyê 4 dîwanên çapkirî û 3 dîwanên neçapkirî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse