Festîvala Fîlman a Amedê: Kurd hêjayî nirxên bi rûmet in

03-06-2025
Abdulselam Akinci
Danasîna Festîvala Fîlman a Amedê hat kirin /Wêne: Rûdaw
Danasîna Festîvala Fîlman a Amedê hat kirin /Wêne: Rûdaw
Nîşan Festîvala Fîlman a Amedê Danasîn Serlêdan Kurd
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Danasîna Festîvala 3yemîn a Fîlman a Navneteweyî ya Amedê li navçeya Sûrê li Qesra Cemîl Paşa hat kirin.

Festîval dê bi hevkariya şaredariya Amedê û Akademiya Sînemeya Rojhilata Navîn were birêvebirin.

Serlêdana filman a ji bo festîvalê di 1ê hezîranê de dest pê kir û dê di 1ê Tîrmehê de biqede.

Festîval jî dê di 9-16an a meha Mijdara 2025an de were li dar xistin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Akademiya Sînemeya Rojhilata Navîn bi bernameyek taybet û bi dirûşma "Cîhan bi çîrokan tê ba hev" danasîna 3yemîn Festîvala Fîlman a Amedê kirin.

Bername li navçeya Sûrê ,li Qesra Cemîl Paşa hat birêvebirin û wêneyê sînemager û siyasetmedar Sirri Sureyya Onder jî li gel wêneyê Yilmaz Guney bi dîwarên qesrê va hatin daliqandin.

Her bi helkefta destpêkirina Ferstîvala Fîlman a Amedê Sirri Sureya Onder carek din hat bibîranîn.

"Kurd hêjayî gelek nirxên bi rûmet in"

Seroka Daîreya Çand û Hunerê ay Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaşê got:

"Kurd layîqî gelek nirxên bi rûmet yê mirovahiyê ne. Ew jî çand û huner e.

Ji ber wê jî rastî em hewldaneke bêhempa didin ku vira wekî dile kurdistanê bi hinere biavêje."

Di demeke ku çalakiyên çandî û hunerî li Amedê zêde bûne bi lidarxistina festîvala fîlman tê xwestin ku Amed bibe navendeke sereke ya hunerê.

"Em dê ji ronahiyê neqetin"

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcakê li ser festîvalê got:

"Di vê rêya berxedanê de fîlma Yilmaz Guney Yol (Rê) heye, şopa Xelîl he ye û her waha diyalogên Sirri Sureyya Onder ên ku li gel meriv dikenine û dide fikirandin jî hene.

Ev her hemû bi hevra rê û ronahiya me ya xeta me ya çand û hunere ne. Em liv ir dubare dikin ku em ê ji vê ronahiyê neqetin."

Di bernameya ku Hevşaredarên Amedê jî beşdar bûn de kemanjen û bestekarê navdar yê Dihokî Dilşad Seîd jî konserek da û bi kemana xwe berhemên herî navdar zindî kirin û dengê muzîka xwe li kevirên dîrokî yê Qesra Cemîl Paşa û beşdaran da bîhîstin.

Li gorî bernameya diyarkirî, serlêdana fîlman a ji bo festîvalê di 1ê Hezîranê de dest pê kir û  dê di 1ê Tîrmehê de bi dawî bibe.

Festîval jî dê di navbera 9 û 16ê meha Çiriya Paşîn de were li dar xistin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst