BANE - Helbestên klasîk û modern gihiştin hev

03-10-2025
RÛDAW
Şevbihêrka 'Payîza Peyv û Pelan'/Wêne: Ji vîdeoyê
Şevbihêrka 'Payîza Peyv û Pelan'/Wêne: Ji vîdeoyê
Nîşan Payîza Peyv û Pelan Şevbihêrk Bane Helbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nêzîkî sê salan, li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi navê "Payîza Peyv û Pelan" şevbihêrkeke helbestan hat lidarxistin.

Li eywana çand û hunerê ya bajêr helbestvan û hezkiriyên wêjeya Kurdî li hev civiyan û guhdarî berhemên helbestvanên bajêr kirin.

Lîstikvanê şanoyê Ferîdûn Tewkulî kêfxweşiya xwe ya ji bo lidarxistina şevbihêrkê anî ziman û got:

"Ez gelekî kêfxweş im ku li eywana me ya şanoyê piştî nêzîkî sê salan şeva helbestan tê lidarxistin.

Çi qasî xweş e ku li bajarê me şeva helbestan tê lidarxistin, pêdiviya bajarê me bi van şevbihêrkan heye."

Şevbihêrk ji aliyê Navenda Wêjeyî û Çandî ya Berojê ya Baneyê ve hatibû organîzekirin.

Taybetmendiya sereke ya şevbihêrkê têkelbûna helbestên klasîk û modern bû, ku ji aliyê helbestvanên xwedî temen û ciwan ve hatin pêşkêşkirin.

"Helbesta klasîk û modern hatin tevlîhevkirin"

Nivîskar û helbestvan Hestyar Rostemî li ser lidarxistina vê çalakiyê wiha axivî:

"Ev demeke dirêj bû ku civaka wêjeyî ya Baneyê şevbihêrka helbestan li dar nexistibû.

Şevbihêrkeke taybet bû, tiştê balkêş di xwendina helbestan de, têkeliya helbesta klasîk bi helbesta modern û postmodern re hebû ku ji aliyê ciwan û kesên bitemen ve hatin xwendin."

Di şevbihêrkê de 21 helbestvan beşdar bûn.

Ligel xwendina helbestan, ji aliyê hunermendan ve çend stran jî hatin pêşkêşkirin ku kelecaneke taybet da şevbihêrkê.

Endama Rêveber a Navenda Wêjeyî ya Berojê Şêwe Ebdullahiyê sedema organîzekirina şevbihêrkê wiha rave kir:

"Demekê di kar û çalakiyên me de paşketinek çêbû, yek-du sal bûn ku ti çalakiyên me nebûn.

Piştî hilbijartina desteya birêvebiriya navenda me, me biryar da ku em şevbihêrkeke helbestan di bin navê 'Payîza Peyv û Pelan' de li dar bixin."

Ew helbestên ku di şevbihêrkê de hatin xwendin, berê ji aliyê komîteyeke nirxandinê ya Navenda Wêjeyî ya Berojê ve hatibûn hilbijartin da ku helbestvanên wan karibin beşdarî şevbihêrkê bibin û berhemên xwe ji amadebûyan re bixwînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst