Berken Bereh: Me bi helbesta Kurdî rûmeta mirovahiyê parast

3 demjimêr berê
RÛDAW
Hêvîdar Zana û Berken Bereh / Wêne: Rûdaw
Hêvîdar Zana û Berken Bereh / Wêne: Rûdaw
Nîşan Berken Bereh Helbesta Kurdî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê navdar ê Kurd Berken Bereh ku ji bo beşdariya "Dîdara Helbestvanan" li Hewlêrê ye, diyar kir ku helbesta Kurdî sînorên laşî û derûnî yên di navbera Kurdan de xirab kirine.

Bereh destnîşan kir ku wan di salên herî dijwar de bi rêya helbestê ne tenê ziman, her wiha rûmeta mirovahiyê jî parastiye.

Dezgeha Rwangeyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê "Dîdara Helbestvanan" li dar xist.

Gelek helbestvanên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî dîdarê bûn.

Yek ji mêvanên sereke yên dîdarê helbestvanê navdar ê Bakurê Kurdistanê Berken Bereh bû ku îsal 50yemîn salvegera jiyana xwe ya helbestvaniyê pîroz dike.

Berken Bereh di vê çarçoveyê de bû mêvanê Hêvîdar Zanayê û behsa serpêhatiya xwe ya helbestê, Kovara Tîrêjê û rewşa îro ya edebiyata Kurdî kir.

"Kovara Tîrêjê dibistanek bû"

Berken Bereh di destpêka axaftina xwe de vegeriya salên 1980yî û behsa Kovara Tîrêjê kir ku di wê serdemê de roleke mezin di wêjeya Kurdî de lîstibû.

Bereh, hevalên xwe yên wê demê Arjen Arî û Rojen Barnas bi rêzdarî bi bîr anîn û got:

"Kovara Tîrêjê di avakirin û ciwankariya helbesta Kurdî ya li Bakur de dibistanek bû.

Mixabin em tenê 4 hejmaran bi hev re man lê 4 şairên mezin jê derketin.

Taybetmendiya wan şairan ew bû ku tevî bi Kurdî perwerde nedîtibûn, neçûbûn zanîngeh û dibistanên Kurdî, her yekî ji wan dengek û rengekî cuda li helbesta modern a Bakur zêde kir."

"Helbest ruhê neteweyekê ne"

Berken Bereh li ser pênase û giringiya helbestê ya ji bo neteweyekê nirxandinên kûr kirin.

Bereh diyar kir ku helbest ruhê milet e û wiha pê de çû:

"Eger tu bixwazî miletekî bi rêya ciwankarî û hunerê nas bikî, ewilî li helbesta wan binêre.

Helbest di xwe de hem felsefe, hem rabûn û rûniştina jiyanî, hem ciwankarî û hem jî erdnîgariya wê dihewîne.

Helbesta Kurdî bi naveroka xwe û qedirgirtina wî rih û giyanê mirovî, bi xweza û seqaya welatê xwe hêjayî xwendinê ye."

"Me rûmeta mirovahiyê parast"

Helbestvanê Kurd bal kişand ser wê yekê ku helbesta Kurdî di demên asîmîlasyon û qedexeyan de roleke parastinê lîstiye.

Bereh destnîşan kir ku wan bi helbestê zimanê xwe ji mirinê rizgar kiriye û got:

"Di van 20-30 salên dawî de Kurdan ne tenê rûmeta mirovahiyê li hemberî wan kesên rûreş parast, her wiha rihê mirovahiyê bi helbesta Kurdî jî parast.

Helbest dikare ziman biparêze, dikare ziman bi pêş ve bibe û wî zimanî aramtir û xweştir bike."

"Sînorên laşî û giyanî hatin rûxandin"

Berken Bereh kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdariya Dîdara Helbestvanan a li Hewlêrê anî zimên û behsa yekîtiya helbestvanên Kurd kir.

Bereh diyar kir ku helbesta Kurdî sînorên ku li pêşiya Kurdan hatine danîn rûxandine û got:

"Helbesta Kurdî bi rastî jî sînorên xwe rûxandin. Ne tenê sînorên fîzîkî yên di navbera me de, sînorên rih û giyanî yên ku li ber me hatibûn danîn jî rûxandin.

Têkiliyeke gelekî xurt bi helbest û edebiyata cîhanê re danîn. Ev cihê serbilindiyê ye."

Nêrîna li ser nifşê nû

Berken Bereh derbarê nifşê nû yê helbestvanên Kurd jî nêrînên xwe parve kirin û diyar kir ku ew bi wan serbilind e.

Bereh got, "Ez yek ji wan kesan im ku ji nûxwaziyê hez dikim" û mînak da ku wî bi xwe jî "Haiku" ceribandiye û ev cureyê helbestê niha li seranserê welêt belav bûye.

Spasiya ji bo Îdrîs Nêçîrvan Barzanî

Di dawiya axaftina xwe de, Berken Bereh spasiya Dezgeha Rwangeyê û Serokê Dezgeha Rwangayê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî kir ku ev derfet ji bo helbestvanan çêkirine.

Bereh got, "Ez hezar caran spasiya xwe radigihînim saziya Rwangeyê û xwediyê wê Kek Îdrîs Barzanî ku ev derfet ji bo me ava kir û em anîn cem hev. Ew bi xwe jî beşdarî kir û guhdariya helbestên me kir."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst