Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo piştgiriya girtiyên Kurd ên li Zindana Amedê, 46 stranbêj û hunermendên Bakur û Rojavayê Kurdistanê strana "Zindana Diyarbekirê Emê Bişkînin" bi hev re xwandine û vîdeoklîpa vê belav kirine. Hunermendên Kurd bi rêya vê berhema muzîkê daxwaza berdana girtiyên siyasî yên Kurd kirin.
Ev stran behsa girtiyên siyasî yên Kurd ên li zindanên Tirkiyê û bi taybet Zindana Amedê ya li Bakurê Kurdistanê dike.
Ew 46 hunermendên Kurd bi rêya vê vîdeoklîpê daxwaz dikin, ku desthilatdarên Tirkiyê di rewşa niha de ku xetera belavbûna vîrusa COVID-19 gelek e, girtî bihêne berdan, bi taybet jî girtiyên li Zindana Amed a Bakurê Kurdistanê.
Vîdeoklîp ji aliyê Med Muzikê ve hatiye berhemanîn, gotin û awaz ya Koma Agirî ye û arenjorî, mîks û montaja vîdeoklîpê ji aliyê Merdan Zirav ve hatiye kirin û
Ev stran bo cara yekem di salên 90î yên sedsala 20an de hatibû belavkirin, paşê ji aliyê hejmarek stranbêjên Kurd ve hatiye xwandin.
Kesên beşdar di vê vîdeoklîpa hevbeş de ev in:
Vokalîst: Xemgîn Bîrhat, Vîyan Awazê Çiya, Nesrîn Botan, Comerd, Onder Deniz, Xanemîr, Zozan Zûdem, Yeşim Incedursun, Bengî Agirî, Tîtal, Xelîl Xemgîn, Tülay, Seher Stran, Roj, Nuarîn, Arya Şahin, Fehed Şengalî, Serhat Awazê Çiya, Ali Gecimli, Jîyan Arjîn, Rojînda, Deniz Deman, Sîpan Xelat, Farqîn Azad, Ronî Erez, Zeyno Durar, Nûdem, Berfîn Mamedova, Berbag.
Muzîkjen: Mordem Awazê Çiya, Ciwan Ayaz, Delîl Awazê Çiya, Hogir Göregen, Nurullah, Memet Taş, Sultan, Lewend Yûsiv, Hozan Derwîş, Merdan Zirav, Mazlum Rewşen, Murat Bakrak, Nure Dilovan, Sefkan, Emrah Oztürk, Memo Yapıştıran, Dilvan Ronî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse