Hewlêr (Rûdaw) - Koma Amed bi deng û peyama xwe ya bibandor, li Koşka Hikûmeta Eyaleta Baden-Wurttembergê ya li Stuttgartê zêdetirî hezar û 400 mêvanên Kurd û Alman û gelek siyasetmedarên Alman heyranê xwe hiştin.
Konser bi dirûşma "Rêyên Başbûnê" ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Tenduristî û Pirçandî ve bi hevkariya Wezareta Dewletê ya Baden-Wurttembergê hat organîzekirin.
Dahata vê konserê ji bo alîkariya Kurdên Êzidî yên li Şingalê ye.
“Em alîkariyê dibin Şingalê”
Organîzatorê çalakiyê Prof. Dr. Îlhan Kizilhan derbarê armanca konserê de got:
“Em dê wê hemû alîkariya ku îro, sibe û rojên din tê komkirin bidin SEZ (Die Stiftung Entwicklungs-Zusammenarbeit Baden-Wurttemberg) ku Weqfa Hikûmeta Baden-Wurttembergê ye.
Ew jî wê alîkariyê dibin Sinûnê û Şingalê û li wê derê didin karmendên tîman da ku karibin alîkariya veguhastina bi otomobîlan bikin û nexweşên me karibin werin nexweşxaneyê û çareseriya derûnî wergirin.”
Herêma Baden-Württembergê li Almanyayê eyaleta yekem bû ku hezar jin û keçên Kurd ên Êzidî anîn û li vê derê çareseriya bijîşkî ji wan re peyda kir.
Di 10 salên borî de nêzîkî 60 proje ji bo alîkariya Kurdên Êzidî hatine cîbicîkirin ku mesrefa wan nêzîkî 5 milyon euroyan bûye.
“Ew tenê dixwazin bi aştî bijîn”
Serokê Desteya Alîkariyê ya Herêma Baden-Wurttembergê Philipp Keil bal kişand ser girîngiya çalakiyê û wiha axivî:
"Rêza li mirovan, jiyaneke hêjayî mirovan, jiyaneke mirovane. Ev li vir mafê her kesî ye lê di rastiyê de ev pêk nayê.
Loma divê di navbera cudahiyên çandî de têkiliyek hebe û ev jî bi rêya muzîk û çandê çêdibe. Ev di rastiyê de erka me ya navxwe ye ji bo cîhana derve.
Dema em bi hev re direqisin, dema em bi hev re ahengê digerînin, em pêwendiyê ava dikin.
Ev gelekî girîng e. Ji bo Êzidiyan û bi giştî ji bo hemû kêmîneyan. Ew tenê dixwazin bi aştî bijîn.
Ji bo van kêmîneyan rewş her diçe xerabtir dibe. Mafên wan bêhtir tên desteserkirin.
Ti hêviya wan nîne, çimkî di kampan de dimînin. Loma divê em hevxemiyê nîşan bidin. Hevxemiya mirovane."
Muzîk dikare bibe dengê aştiyê, başbûn û hevxemiyê. Dikare hêviyê bigihîne wan cihên ku gelekî pêdiviya wan pê heye.
Beşdaran bi kelecan guh da muzîk û helbestên Koma Amedê. Piraniya wan ji dûr ve hatibûn da ku beşdarî vê konserê bibin.
Beşdara konserê Geşbîn Mînayî hestên xwe wiha anîn ziman, "Konsereke germ û gur bû, xelkekî zêde li vir bû.
Pêşengan gotarên xweş pêşkêş kirin, armanc jî pir baş bû. Ji ber ku ez beşdarî konserê bûm hestên min ên baş hene."
“Pêdiviya me bi çavkaniyên din heye”
Mêvanê konserê Gabriel Konferes jî diyar kir ku ev çalakî ji bo hişyariyê girîng in û got:
"Ev ji gelek aliyan ve alîkar e. Ya yekem: Pêwendiya xwe bi hişyarkirina xelkê ve heye.
Her wiha ev piştevaniyeke darayî ya girîng e, bi taybetî niha ku alîkariyên darayî kêm dibin, wekî mînak ji Amerîkayê ku xurîk e vedikişe.
Wate pêdiviya me bi çavkaniyên din heye. Bi ya min ev çalakî dikarin di vî warî de gelekî alîkar bin.
Li aliyekî pêwendiya xwe bi alîkariya darayî ve heye, li aliyê din pêwendiya xwe bi hişyariyê û wekî min got bi gihandina ruh û nêzîkkirina aliyên çandî ve heye."
Diyasporaya herî mezin a Kurdên Êzidî li Almanyayê ye, lewma piraniya beşdarên vê konserê daxwaz kir ku di paşerojê de ji bo komkirina alîkariyê çalakiyên bi vî rengî zêdetir bên lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse