Xwedayê Pascal di navbera dil û aqil de

10-05-2020
RÛDAW
Nîşan Pascal
A+ A-

Blaise Pascal (1623-1662) alim, zanistvan û matematîkzanekî sedsala 17an bû ku salên dawî yên jiyana xwe terxanî bergiriya Mesîhîtiyê kir. Herwisa Pascal gotarnivîsekî teyisî û mezin û xwedî hizreke felsefî û derûnzanî ya kûr û zelal bû. Navdartirîn kitêba xwe “Çend Ramanek” (Pensées) ji bo wan însanên dinyayî û bêçare nivîsî ku bi çavê gumanê li olê mêze dikirin an ol wek mijareke şexsî û takekesî didîtin.

Pascal baş dizanîbû ku nihêrîna li cîhanê ji pêgeha bilind a aqil û bêyî destek û hevkariya îman û şîretkariyên olî çi tîne serê mirovan. Dizanîbû çawa bala wan kesan bikişîne ku baştir didîtin bêyî sitargeh û destek û hevkariyeke wisa bijîn. Tevî ku encamgirtinên olî yên Pascal mirovên wisa razî nekir, lê efsûna nihêrîna wî li rewş û doza mirovî û gelek hevrikiyên ku li hember çavê wan kesan dixenişand ku dixwestin çavên xwe ji aramî û hedana dîn bigirin, balkêş û cihê hizrkirinê ye.

Çêdibe ku stratejiya giştî ya Pascal di “Çend Ramanek”ê de, di qewareya belgandineke 5 beşî de bê fêmkirin.

Yekem, ew dixwaze bo wan xwînerên ku ji şiyanên aqilê mirovî pir piştrast in îzbat bike ku ev piştrastbûna wan ne di cihê xwe de ye. Dibêje aqil, zanist û saziyên sivîl (hikûmet, pîşe û hwd) ti yek ji wan ne rênîşaneke hêja ya piştgirêdanê ye ku me ber bi rastî û bexteweriyê ve rênîşan bikin. Pascal dibêje kûrtirîn şahidên me ne girêdayî aqil in: “Belgeyên dil jî hene ku aqil wan nas nake. Pascal, 78.”

Duyem, Pascal dixwaze nîşan bide ku rewşa mirovî bi xemsariya takekesî bi xwedayekî dilovan û hêvî bo rizgariya ebedî, rewşeke xwelîserane ye. Ew dibêje însan ji ber diltengî û qurretiyê dibe mirîdê serkeftinên biçûk û şanaziyên pûç û kelevajî û li beramer jî xwe ji wî tiştî bêrî dike ku divê ji her tiştî bêtir ji wan re giring be: Tekûziya mirinê û egera jiyana ebedî.

Sêyem, Pascal dixwaze nîşan bide ku aqil nikare hebûna Xweda îzbat bike yan red bike, lê bi vî halî jî dikare îzbat bike ku em pir kawik û xêvik in heke em li ser îhtîmal an egera hebûna xwedayekî dilovan şert negirin.

Ev ew “şertgirtin” an girewa wî ya navdar e. Serencam, Pascal têdikoşe ji bo îzbat bike heke kesek li ser hebûna Xweda girew bike, gelek nîşanên zêde hene dikarin bi heman şêweya ku Mesîhîtî me fêr dike, îmanê bi Xweda bîne û xwe pê bigihîne. Ew bi dirêjahî behs dike ku Mesîhîtî raporekê ji dîroka mirovî û pêwendiya însan ligel Xweda berdest dike ku ji raporên her oleke din pir bihêztir, guncavtir û berhevtir e.

Yek ji teoriyên Pascal ên herî resen û afirîner teoriya wî ya “hilgerîna bîr” e. Ew vê bîrdoziyê dixe pêş da bikare bi rêya wê qala xwestek û dagerana pûç û eşkere ya însanan bike bo li ber çav negirtin, xistinmetirsî yan tew qurbanîkirina berjewendiyên wan ên dayîmî li hember şanaziyeke biçûk an hinek coş û xiroş.

Di paragrafeke navdar a “Çend Ramanekê” de Pascal wisa dinivîse: “Ez têgihîştim ku hemû bextreşiya mirov ji vê rastiyê ye, rastiya ku mirov nikarin bi aramî di odên xwe de rûnin. Însanek ku bi qasî debara wî jiyana wî heye, heke zanibûya çilo û çawa bi çêj li malê rûne, ti carî terka mal û sitargeha xwe nedikir û ber bi deryayê ve nediçû û bajarek jî dorpêç nedikir. Lê bi lêfikirîna zêdetir, piştî dîtina vê hokara hemû bextreşiyan, dema ez li pey hokara wê geriyam, min fêm kir ku li pişt wê hokareke rastbîn heye û ew jî hejariya siruştî ya rewşa me ye ku destkurt û belengaz û bi tehrekî bêçare ku tiştek gava em bi micidî lê dihizrin nikare me aram bike. Pascal, 39.”

Bangewaziya Pascal ew e ku gelek kirdarên mirov bi şêweyeke nestewer (derhiş) li vê îradeyê tên hilşemitandin ku em naxwazin hizr bikin ta çiqasî jiyana me bê binema ye û em çiqasî nêzîkî mirinê ne. Helbet Pascal qebûl dike ku gelek tiştên wek diltengî, qurretî û heza kêfxweşiyê di bijartinên me de beşdar in, lê dilbij e roleke nihênî eşkere bike ku arezûya me bo “hilgerîna ji bîreweriyê” vedibêje.

Her bi vê arasteyê de Pascal ji fêmkirina xwe bo doz û rewşa mirovî û wê tenêtî û sersamiyê dibêje: “Ez nizanim kê ez di vê cîhanê de bi cih kirime, ez nizanim cîhan çi ye, ez nizanim ez bi xwe jî çi me. Bêxeberiya min ji her tiştî tirsîner e…li hemû aliyan ji bilî bêdawîtiyê ez tiştekî nabînim…tevahiya tiştê ku dizanim ew e ku divê ez di zûtirîn dem de bimirim, lê tiştê ku ji hemûyî kêmtir dizanim û nas dikim her ev mirin e ku ez nikarim ji nêv lep û neperûşkên wê birevim. Pascal, 55.”

Di paragrafeke din de, Pascal rewşa mirovî ligel rewşa zindaniyên bi mirinê mehkûmkirî dide ber hev û wisa dibilîne: “Werin em taximekî qeyd û bendkirî bînin pêş çavê xwe ku hemû bi mirinê hatine mehkûmkirin û her roj hinek ji wan li pêş çavên ên din tên kuştin û ewên ku dimînin rasterast çarenivîsa xwe di çarenivîsa yên din de dibînin û çaverêyî dora xwe dikin û bi ax û of û ked û bêhêvîtî çav li hev dikin. Ev wêneyeke ji rewşa mirov. Pascal, 60.”

Pascal dibêje tekane arasteya aqilmend ku pêkan e bi baldana rewşa mirovî bê meşandin, girewkirina li ser wê şîmaneyê ye ku xwedayekî dilovan heye û heke em ji kangeha dil pê bigihin, jiyana ebedî diyarî me dike.

Pascal bi hêsanî qebûl dike ku aqil nikare hebûna xwedayekî wisa îzbat bike yan jî red bike, lê di heman demê de dibêje em bi girêdana gireweke wisa gelek tiştan bi dest dixin û tiştekî ji dest nadin. Heke em li ser hebûna xwedayekî wihareng girewê bikin û Xweda hebe, em ê bigihin jiyana şad û ebedî. Herwisa heke em li ser hebûna Xweda girewê bikin û ew nebe, dîsa em ê bigihin gelek başî û qenciyan û li hember vê jî em ê tenê ji hin çêjên sade bêpar bimînin.

Heke em li ser nebûna vî xwedayî girewê bikin û ew jî nebe, temamiya tiştê ku em bi dest dixin ne tişteke ji bilî ku me nerîn û baweriyeke dirust nîşan da. Heke em li ser nebûna vî xwedayî girewê bikin û ew hebe, em ê jiyana şad û ebedî ji dest bidin û dibe ku jiyana mişt keda ebedî jî bibe para me.

Girewa Pascal ne belgandineke razber û abstrakt û derhest e, lê xelekeke ji rêze belgeanîna sazkirî û dirustkirî di bendên “Çend Ramanek”ê de. Seriyek di nav xwendina Pascal de ye bo rewşa mirovî – bêçaretiya mirovê bê Xweda – û seriyekî din di nav têgihîştina wî de ye ji wî tiştê ku di girewkirina li ser hebûna Xweda de heye, anku di têgihîştina wî ji rehmeta îlahî û belgandina wê derbarê aqilmendbûn û desthilata baskarane ya Mesîhîtiyê.

Bo nimûne niç û tuwanc girtine ku Xweda kûrahiya cehnemê terxan dike ji bo hin kesên ku baweriya wan bi wî tenê girewkirineke. Lê ev tuwanc tenê demekê manedar e ku girewkirina li ser Xweda tenê girewkirineke şensî û bi rastgele be, anku dakokîkirineke berjewendîxwaz bêyî ti baweriyeke rasteqîn be.

Lê bi heman şêweya ku Pascal zelal dike, bîrokeya girewkirina wî li ser hebûna Xweda pir dûr e ji vê girewkirina şensî û berjewendîperest. Tiştê wisa di zihnê Pascal de ye hilbijartina ferdî ya şêwazekê ji jiyanê ye ku tê de dîn roleke navendî û sereke dilîze.

Pabendiya Pascal bi Mesîhîtiyê li gor bandora malbat û tecrûbeya takekesî bû, ne li ser binemaya girewkirinê bû. Bavê wî û xwişka wî Jacqueline endamên koma katolîk a Jansenismê bûn (bizav û rêbazeke olî û felsefî ye ku baweriya wê bi bertengkirina azadiya mirov heye) ku nerîn û baweriyeke wan a tundûtîj li hember rewşa rizgariyê heye.

Di şeva 23ê çiriya paşî ya sala 1654an de, tecrûbeyeke dînî ya kûr di ser Pascal re buhurî. Ev tecrûbe ewqasî ji bo Pascal giring bû ku “Rojnivîskek” li ser wê nivîsî, “Rojnivîskeke” ku ta roja mirinê bi cilên xwe ve dirûtibû.

Di beşekî ji vê “Rojnivîskê” de wisa hatiye gotin: “Xwedayê Îbrahîm, xwedayê Îshaq, xwedayê Yaqûb, ne xwedayê fîlozof û zanistvanan, yeqîn, yeqîn, şadiya reha, aramî, xwedayê Îsa Mesîh…şadiya ebedî li hember rojeke tenê ya têkoşînê li ser qadê. Pascal, 1995, R. 6-285.”

Pascal bawer dikir ku ew heqîqeta Mesîhîtiyê dizane, bi heman pile ji yeqînê ku pêkan e her tiştekî din bê zanîn. Herwisa Pascal bawer dikir ku ev yeqîna piraniya xelkê nîne, lewma di encamê de pêwîst e bi belgandina cuda cuda bên handan ku pêyên xwe biavêjin ser qad û rêya dîn û îmanê.

Adil Qadirî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst