Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku welatê wî di navbera Hêzên Sûrireya Demokratîk (HSD) û deshilata Tirkiyeyê de navbeynkarî kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi nameyekê bersiv da nameya senator Pascal Savodelli.
Nameya bi îmzeya Jean-Noel Barrot li Medyanewsê hat belavkirin.
Jean-Noel Barrot di nameya xwe de diyar kir ku Fransa Kurdên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê diparêze û hewlên xwe yên ji bo aramiya li herêmê didomîne.
Barrot her wiha da zanîn ku welatê wî di navbera HSD û rayêdarên Tirkiyeyê de navbeynkarî kiriye.
“Kurd hevalbendên me ne”
Nameya Wezîrê Karên Derve yê yê Fransayê Jean-Noel Barrot a ji bo Senator Savodelli wiha ye:
“Fransa rewşa Kurdên li Sûriyeyê bi baldariyeke taybet dişopîne ku hevalbendên me yên dîrokî yên têkoşîna li dijî terorîzmê ne.
Zexta giran û bixwîn a Beşar Esed a li ser gelê xwe ku ji sala 2011an û pê ve dewam kir, yekser bû sedem ku gefa terora DAIŞ'ê zêde bibe.
Li hemberî vê gefê, wekî Fransa me di çarçoveya Koalîsyona Mavneteweyî ya li Dijî DAIŞê de li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê navber têkoşîn meşand.
“Piştî Esed hêviyeke mezin çêbû”
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an bi ketina rejîma Esed re li Sûriyeyê hêviyeke mezin çêbû.
Li Sûriyeya nû divê Kurd bi rengekî tam û welatiyên wekhev beşdarî ji nû ve avakirina civaka Sûriyeyê bibin, xwedî nasnameya xwe bin û bi taybetî jî mafên wan ên çandî bêne naskirin.
Fransa bi biryar e ku pêvajoyeke derbasbûnê ya siyasî ya aştiyane û her kesî vedihewîne hebe.
Ev nêzîkatî ji aliyê serokkomarê me ve 7ê Gulanê li Parîsê di hevdîtina bi serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de careke din hat piştrastkirin.
“Ev pêvajo divê hemû pêkhateyan li hev kom bike”
Ev pêvajoya derbasbûnê ya siyasî divê hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê li hev kom bike.
Peymana pîvanî ya ku 10ê Adarê di navbera Otorîteya Sûriyeyê û HSDyê de hat mohrkirin, ji vî alî ve gava destpêkê ya erênî ye û bi demê re divê ji nû ve yekbûna Sûriyeyê û entegrasyona Kurdan bê pêkanîn.
Wekî Fransa ji bo navbeynkarî û piştgiriya bi diyalogê re me tevkarî li vê pêvajoyê kir û ji bo ev peyman bi temamî bê bicihanîn em piştgiriya xwe ya ji bo dan û standinan dewam dikin.
“Li Hewlêrê bi Mezlûm Ebdî re civiyam”
Di vê çarçoveyê de 24ê Nîsanê li Hewlêrê min hevdîtin bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir û pê re timî di nava dan û standinan de me.
Di hevdîtinê de me rê û rêbazên misogerkirina ewlekariya nifûsa Kurd a li bakurrojhilatê Sûriyeyê nirxand.
Her wiha em hewl didin entegrasyona Kurdên Sûriyeyî bi derdorên herêmî re misoger bikin.
Di navbera Kurdên li bakurrojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Tirk de me karekî navbeynkariyê kir.
Di dan û standinên xwe yên bi rêk û pêk de em bangî rayedarên Tirk dikin ku kêmkirina rageşiyê teşwîq bikin, dawî li rewşa şer bînin.
Em bang li hemû aliyan dikin ku li gorî moduleke guncaw a rêyeke lihevkirinê peyda bikin. Her wiha ji bo hevdîtinên Kurdên Sûriyeyî û Kurdên li Îraqê hêsan bikin, em xebitîn.”

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse