Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Eger Jinek Te Bikuje Tu Bihûştê Nabînî Helkewt Mistefa Pêşmerge Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Empire Entertainmentê mafê belavkirina fîlma "Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî" (No Paradise If You Are Killed by a Woman) li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kirî.

Ev fîlm bi awayekî berfireh dê li 16 welatan û Herêma Kurdistanê were nîşandan.

Çîroka fîlmê

Fîlm ji aliyê derhênerê Kurd Helkewt Mistefa ve hatiye nivîsandin û derhêneriya filmê jî wî kiriye.

Fîlm çîroka keçeke Pêşmerge ya nîşangir vedibêje ku bi dizî diçe nav DAIŞê ya li Mûsilê da ku xwişka xwe ya biçûk rizgar bike.

Di fîlmê de Lîstikvana Kurd Avan Cemal û lîstikvanê Norwêcî Torbjorn Harr rola sereke dilîzin.

Helkewt Mistefa ji Rûdawê re got, "Fîlm berhema hevbeş a Norwêc, Swêd, Fransa, Amerîka, Îmarat û Herêma Kurdistanê ye."

Helkewt Mistefa anî zimên ku fîlm wêneyekî helbestî yê jineke Pêşmerge nîşan dide ku li hemberî tarîtiyê serî natewîne.

Mistefa ji bo amadekirina vê berhemê bi gelek jinan re hevdîtin kiriye.

Şirketa belavkar

Piştî pêşwaziya germ a li hemberî belgefîlma berê ya Helkewt Mistefa "Veşartina Sedam Husên", niha Şirketa Empire Entertainmentê ji bo nîşandana berfireh a fîlma wî yê nû planan dike.

Belgefîlma Veşartina Sedam Husên wekî belgefîlma herî pirbîner a dîroka sînemaya (box office) Ereban tê zanîn.

Şirketa Empire Entertainmentê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yek ji şirketin herî mezin, kevin ên şahî û belavkirina fîlman e.

Bingeha sereke ya şirketê li Bêyrûta paytexta Libnanê ye û li Dubaî û Qahîreyê jî şaxên wê hene.

Her wiha ew hevpara mezin a Şirketa Sonyê ya Amerîkayê ye.

Berhemehênerê Norwêcî John Jacobsen li ser fîlmê got:

"Dema ku ev proje pêşkêşî min hat kirin, min yekser zanî ku ez dixwazim bibim beşek jê.

Gelo mirov çend caran tiştekî dibîne ku hem balkêş e û hem jî bi temamî nû ye?"

Pascal Rahmeyê ji Şirketa Empire Entertainmentê jî ragihand:

"Em gelekî dilxweş in ku piştî serkeftina bêhempa ya 'Veşartina Sedam Husên' a li seranserê herêmê, em careke din bi Helkewt Mistefa re kar dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' fîlmeke bi hêz û hestiyar e û dê bi awayekî baş pêwendiyê bi temaşevanan re deyne."

Helkewt Mistefa kî ye?

"Veşartina Sedam Husên", berhema dawî ya vî derhênerê Kurd bû ku wekî belgefîlma herî zêde dahat kom kiriye di dîroka welatên Erebî de tê naskirin.

Wê belgefîlmê tenê di 17 rojan de 1 milyon dolar bi dest xistibû û Tora Medyayî ya Rûdawê hevpareke sereke ya berhemanîna wê bû.

Helkewt Mistefa xelkê Başûrê Kurdistanê ye û li Norwêcê dijî.

Sala 2016an bi fîlma sînemayê ya "Klasîko" karî navûdengekî navneteweyî bi dest bixe.

Fîlma wî li zêdetirî 56 welatan hat belavkirin û çendîn xelatên navneteweyî bi dest xistin.

Li aliyê din, Helkewt Mistefa niha li ser belgefîlma "Farûq" dixebite ku çîroka zanyarekî Îraqî vedibêje.

Ew zanyar wekî mifteya serkeftina Norwêcê ya di birêvebirina enerjiya welêt de tê naskirin û Tora Medyayî ya Rûdawê yek ji berhemehênerên vê belgefîlmê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst