Stenbol (Rûdaw) - Weqfa Îsmaîl Beşîkcî û Weqfa Ahmet Guneştekîn li Stenbolê şevbuhêrkeke rêzgirtinê li dar xist.
Ev bername ji bo wefadariya li hemberî dostê gelê Kurd û civaknasê Tirk Mamoste Îsmaîl Beşîkci hat sazkirin.
Bernameya ji bo Îsmaîl Beşîkci, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li otêleke Stenbolê hat lidarxistin.
Li gel nivîskar, hunermend, rewşenbîr û siyasetmedaran gelek karsazên Kurd jî beşdarî bernameyê bûn.
Beşîkcî bi rêya onlineyê beşdar bû
Mamoste Îsmaîl Beşîkciyê ku demek e li Amedê tê dermankirin bi rêya onlineyê beşdarî bernameyê bû.
Beşîkcî di axaftina xwe de silav li beşdaran kir û xêrhatina wan kir.
Nameya Mesrûr Barzanî hat xwendin
Di bernameyê de nameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hat xwendin.
Serokwezîr di nameya xwe de qala rola girîng a Mamoste Beşîkcî ya di xebatên Kurdolojiyê de kir.
Li aliyê din Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkciyê Îbrahîm Gurbuz agahiyeke nû da.
Îbrahîm Gurbuz eşkere kir ku Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê parçeyek erd ji wan re terxan kiriye.
Li gorî agahiyan, dê li ser wî erdî Akademiya Kurdolojiyê bê vekirin.
Di dawiya bernameyê de hunermendên Kurd Rewşan û Delîl Dîlanar konserek pêşkêş kir.
"Em dixwazin nifşekî nû ava bikin"
Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkciyê Îbrahîm Gurbuz, hunermend Delîl Dîlanar û Karsazê Kurd Hikmet Eraslan (Dosso Dossi) ji Rûdawê re axivîn.
Îbrahîm Gurbuz diyar kir ku wan 10 sal berê jî civîneke wisa çêkiriye û got:
"Îro jî Weqfa Îsmaîl Beşîkciyê û Weqfa Guneştekîn ev rêkxistin bi hev re çêkir.
Armanca me çi ye? Em dixwazin xebatên Kurdolojiyê û xebatên ziman, çand û hunerê bi pêş bixin û dewlemend bikin.
Niha gelek karsazên Kurd hatin vir û me peyama xwe da wan. Me got em dixwazin nifşekî nû ava bikin."
"Zarokên Kurdan bi Kurmancî naaxivin"
Hunermend Delîl Dîlanar bal kişand ser girîngiya rojê û anî zimên:
"Rojeke gelekî taybet û girîng e. Di roja Cejna Zimanê Kurdî de rêkxistineke bi vî rengî hat amadekirin. Gelekî baş û serkeftî bû."
Xwediyê Dosso Dossiyê Hikmet Eraslan jî xwest ku Kurd li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û pê de çû:
"Divê Kurd bizanin ku zimanê me û çanda me tiştên bilind in. Ev tişt ji bav û kalên me ji me re mane.
Lê ev tiştekî trajîk e, ez dikarim bibêjim ku zarokên Kurdan niha bi Kurmancî naaxivin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse