Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Pervîn Çakar amed Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sopranoya Kurd a navdar Pervîn Chakarê duh êvarê li Amedê konserek da.

Konsera Pervîn Chakarê li Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoçê ya Amedê hat lidarxistin.

Gelek siyasetmedar, hunermend û muzîkhez beşdarî konserê bûn.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, Damezirînera Şaxa Amedê ya Partiya DEVAyê Melîs Kandemîr, Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli di nav beşdardan de cih girt.

Li gorî bernameya ku berê hatibû ragihandin, Pervîn Chakar dê heta dawiya meha nîsanê li Êlih, Sêrt, Riha, Stenbol û Mêrsînê jî konseran bide.

Pervîn Chakar kî ye?

Pervîn Chakar sala 1981ê li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye.

Ew sala 1995an li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.

Sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.

Chakar sala 2008an ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye. Li heman konservatûvarê master bi dereceya herî bilind xwendiye.

Hunermenda Kurd Pervin chakarê di gelek pêşbazîyên Operayê yên girîng de xelat wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst