Amed (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun got, “Dema ez li strana Kulîlka Azadiyê guhdarî dikim ez dibêjim ‘Ew wê rojê kulîlk bûn, bûn daristan û aniha li hemû Kurdistanê kulîlkên azadiyê zêde ne.’”
Koma Amed a ku 30 sal berê ji ber zextan ji hev belav bû, piştî 30 salî vedigere Amedê û konsereke mezin dide.
Konser ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê ve tê organîzekirin û dê 25ê Çiriya Pêşîn a 2025an roja şemiyê saet 19:00an li Parka Newrozê bê lidarxistin.
“Ev kelecana 30 salan e”
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun li ser mijarê ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re got:
"Bi rastî pir bi kelecan in. Ez bawer im ev kelecana 30 salan e. Dema em zarok bûn me guhdarî dikir û em hîn jî li stranên wan guhdar dikin."
“Me soz dabû”
Hatun da zanîn ku Koma Amed ji bo gelek Kurdan xwedî wateyeke cuda ye û wiha pê de çû:
“Me soz dabû û me gotibû heta ku derfetên me hebin em dê hunermendên Kurd bînin welatê xwe û bi gelê xwe re bigihînin hev.
Ev derfet bi keda wan û bi xwîna şehîdan ava bûye. Em bawer in ku dê qada Newrozê wekî roja Newrozê tije bibe.”
“Êdî kes nikare ziman qut bike”
Dogan Hatun diyar kir ku Kurdbûn di nav Kurdan de xurttir dibe û biland:
“Kurd êdî bi Kurdîtiya xwe baş dizanin, êdî kes nikare ziman qut bike, ev jî bi saya serê van hevalan e.”
Konser belaş e
Dogan Hatun diyar kir ku konser bê pere ye, bangî hemû gel kir û got:
"Em bangawaziyê li hemû gelê xwe dikin ku 25ê Cotmehê saet di 19:00an de li qada Newrozê amade bin."
#VÎDEO - Koma Amed piştî 30 salî li Amedê derdikeve ser dikê û li bajêr kelecaneke mezin heye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 10, 2025
🎙️ Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun ji Rûdawê re got:
🗨️ Kelecana 30 salî bi min re heye
🗨️ Me soz dabû ku em çand û hunera gelê Kurd bînin welatê xwe
🗨️ Dema ez… pic.twitter.com/Vo8EKpFrnO
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse