Hewlêr (Rûdaw) - Berî demekê romannivîsê Kurd yê erebnivîs Selîm Berekat gotarek bi navê “Mehmûd Derwîş û Ez” li ser helbestvanê filistînî yê koçkirî Mehmûd Derwîş belav kir û tê de ragihand, ku Mehmûd Derwîş carekê bi rêya telefonê ji wî re gotibû, ku keçeke wî heye, ew jî bû sedema rexneyên tûnd li dijî Selîm Berekat, ji ber ku tê zanîn, ku zarokên Mehmûd Derwîş tunebûn.
Berekat balê dikşîne ser wê yekê, ku gelek kesan, ne ji ber çi ku li ser Derwîş gotiye, lê ji ber kurdbûna wî, renxe yan tekfîrkirin, bi gotina Selîm li wî û zimanê wî yê erebî kirine, herwiha li regeza wî ya Kurdî.
Selîm Berekat dibêje, ku çi karê Kurdan bi gotara wî heye, ji bilî ku ew Kurde û dibêje ku destê me di şikestinên Ereban de tuneye, û dipirse ku ev hemû nijadperestî li ku veşartîbû, û hemû şikestin û binketinên xwe ji bîr kirin û ceng li dijî gotara wî ragihandin.
Berekat diyar dike, ku heman rexnegiran êrîşî romana wî ya li ser cihûyên Qamişlo û Sûriyê jî kiribûn û gotinekê li ser Tirk û Îraniyan nabêjin, lê dema wî di romaneke xwe de qala cihûyên bajarê xwe Qamişlo kir, bi awayekî bê şerm êrişî romana min kirin.
Nivîskarê Kurd tekez dike, ku armanca wan kesan, ne rexne ye û di dawiyê de dibêje, ku cenga we ji bo şikandina gotarekê, li we pîroz be!.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse