Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Nazdar Cizîrî dê klîpekê weke diyarî bo Cejna Remezanê belav bike.
Hunermenda Kurd a xelka Bakurê Kurdistanê Nazdar Cizîrî, ku li Almanyayê dijî niha serdana Herêma Kurdistanê kiriye û beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa xebat û projeyên xwe kir.
Nazdar Cizîrî diyar kir ku wê vîdeoklîbek ji strana xwe ya bi navê “Şadî û Şayî” re amade kiriye û klîba xwe weke diyarî bo Cejna Remezanê belav dike.
Nazdarî Cizîrî da zanîn ku stran bi zaravaya Soranî ya Kurdî ye û ji aliyê Rêyan Şêlazî ve derhênan bo klîbê hatiye kirin, klîp dê îşev saet 20.00 li ser hesabên wê yên medyaya civakî were belavkirin.
Bi gotina Nazdar Cizîrî wê pêştir jî çend stranên bi Soranî çêkirine, lê derfet bo wê yekê nedîtiye ku ji wan stranan re klîb amade bike.
Nazdar Cizîrî diyar kir ku ew ciyawaziyê naxe di navbera zaravayên Kurdî de got: “Ez dizanim xelkê me yê soranîaxiv ji deng û şêwaza xwendina min a bi Soranî hez dikin. Ez bi hemû zaravayên Kurdî stranên xwe dibêjim. Ev diyariyeke biçûk e ji bo cejnê. Lê tiştên gelek mezintir û xweştir jî di rê de ne. Ev klîba min ji stranan pêk tê û rîtma hersê stranan jî tê guhertin.”
Stranbêja Kurd eşkere kir ku hevjînê wê Rabîn weke producer kar kiriye David Niyazî jî weke aranjor bûye hevkar.
Nazdar Cizîrî herwiha da zanîn ku biryar e, çend welatên Ewropayê saz bike û planên wê ji bo amadekirina klîbên din jî hene û niha li ser straneke Kurmancî dixebite.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse