Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Jan Dost romana xwe ya bi navê "Şerê Dawî yê General" li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dide nasîn.
Weşanxaneya Dozê û Kurdistan Chronicle ji bo danasîna pirtûkê kokteyleke taybet organîze dikin.
Çalakî dê 20ê mehê li Demîr Hotelê ya navçeya Sûrê ya Amedê were lidarxistin.
Hunermendê navdar Hozan Brader jî dê beşdarî kokteyla edebî bibe û bi stranên xwe reng bide bernameyê.
Romana "Şerê Dawî Yê General" li ser jiyan û têkoşîna Rêberê Kurdan Mela Mistefa Barzanî ye.
Di bergê pirtûkê de wêneya dîrokî ya derbasbûna Çemê Arasê ya Barzanî û Pêşmergeyan cih digire.
Di daxuyaniya amadekarên bernameyê de hat gotin, "General Mele Mistefa Barzanî tê Amedê" û amaje bi naveroka pirtûkê hat kirin.
Her wiha hat ragihandin ku dê di bernameyê de "mêvanekî surprîz" jî hebe.
Bername dê li Demîr Hotelê ya li cadeya Hz. Suleyman a Sûrê, di navbera demjimêr 15:00 û 18:00an de pêk were.
Jan Dost, yek ji romannivîsên herî berhemdar ê wêjeya Kurdî ye û heta niha gelek romanên dîrokî yên wekî "Mijabad", "3 Gav û 3 Darek", "Mîrname" û "Kobanî" nivîsandine.
General Barzanî tê Amedê.
— Jan Dost جان دۆست (@JanDost99) December 13, 2025
20ê vê mehê li Sûra Diyarbekirê, derbarê romana "Şerê Dawî Yê General" a Jan Dost kokteyleke Dozê heye. Her wiha Hozan Brader jî dê bi stranên xwe kokteylê geş bike.
roja 20.12.2025
Demir Otel/Diyarbekir@Bradermusiki4 @wesanendoz pic.twitter.com/JawtQgx6hW
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse