Hunergeha Welat destana ‘Evîna Derwêş û Edûlê’ bi klîpekê zindî kir

01-08-2025
RÛDAW
Evîna Derwêş û Edûlê / Wêne: Ji ber dîmenan
Evîna Derwêş û Edûlê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Evîna Derwêş û Edûlê Hunergeha Welat Mehmûd Berazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunergeha Welat ji destana “Evîna Derwêş û Edûlê” re klîpek çêkir.

Hunergeha Welata ku yek ji saziyên hunerî yên sereke yên Rojavayê Kurdistanê ye berhemeke nû pêşkêşî hezkiriyên hunera Kurdî kir.

Hunergehê destana navdar a “Evîna Derwêş û Edûlê” bi klîpekê zindî kir û raxist pêş çavan.

Klîp tenê çîroka evîna di navbera Derwêş û Edûlê de venabêje, di heman demê de çarçoveya dîrokî ya wê serdemê jî vedibêje.

Destan, qala şerê dîrokî yê eşîretên Mîlan û Beraziyan ê li hemberî Dewleta Osmaniyan û eşîretên Ereban dike û evîna her du lehengan di nava agirê şer de diçirise.

Ev berhema hunerî ya bi heybet, bi keda tîmeke profesyonel hatiye amadekirin.

Senaryo û derhêneriya klîpê ji aliyê Şêro Hindê ve hatiye kirin û muzîka wê jî mohra hunermendê navdar Mehmûd Berazî li ser e.

Dengbêj Delîl Mîrsaz bi dengê xwe can dide gotinên destanê.

Di klîpê de lîstikvan Barîn Hemo di rola Edûlê de û Şêrwan Mele jî di rola Derwêş de cih digirin.

Ev proje wekî gaveke girîng ji bo parastina mîrateya devkî ya Kurdan û gihandina wê ji nifşên nû re bi teknîkên hunerî yên modern tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst