Kakşar Oremar: Morala xelkê Rojavayê Kurdistanê pir bilind e

54 xulek berê
RÛDAW
Dilbixwîn Dara û Kakşar Oremar\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dilbixwîn Dara û Kakşar Oremar\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kakşar Oremar Rojavayê Kurdistanê Hunergeha Welat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û lêkolînerê Kurd Kakşar Oremar ku piştî 10 salan serdana Rojavayê Kurdistanê kir, behsa guhertinên li herêmê, rewşa xizmetguzariyê û rola jinan kir.

Oremar ragihand ku tevî wêranbûna binesaziyê ji ber êrişan, morala xelkê "ne hezar, sê hezar e."

Kakşar Oremar bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê û behsa ciyawaziya serdana xwe ya sala 2016an û ya sala 2026an kir.

Oremar diyar kir ku di sala 2016an de dema çûbû Qamişloyê, dengê şer û teqînan ji Nisêbînê dihat û rewşeke awarte hebû lê di vê serdana xwe ya dawî de serdana bajarên Qamişlo, Amûdê, Hisîça û Dêrika Hemkoyê kiriye.

"Di warê avadaniyê de gav nehatine avêtin"

Oremar diyar kir ku derbarê rewşa bajarên Rojavayê Kurdistanê de, destnîşan kir ku di maweyê 10 salan de di warê avedaniyê de gavên mezin nehatine avêtin û got:

"Di warê xizmetguzariyê de rewş xirab bû. Heta rewş hinekî xirabtir jî bûye.

Sedem jî ew e ku dewleta Tirkiyeyê hemû saziyên xizmetguzariyê yên wekî av û ceyranê bombebaran kirine.

Di warê bînaya fikrî de, xelk gelekî bi moral e. Li kîjan kolanê binêrî xelk xwe diparêze û baweriyeke wan a mezin heye."

Rola jinan di civakê de

Kakşar Oremar bal kişand ser rola karîger a jinan li Rojavayê Kurdistanê û ev yek wekî "dîmenê herî balkêş" bi nav kir.

Oremar di berdewamiyê jî de got, "Hebûna jinan di qada xebatê, îdareya hikûmetê, qada hunerê û qada şer de gelekî berçav e.

Me li ti cihî zilamek bi tenê nedît, jin jî hebûn. Ferqa di navbera niha û berê de wekî şev û rojê ye."

Hunergaha Welat û kêmxemiya Ewropayê

Nivîskarê Kurd behsa serdana xwe ya ji bo "Hunergaha Welat" kir û pesnê karên wan da.

Oremar da zanîn ku tevî kêmderfetiyan, hunermendên Rojavayê Kurdistanê karên di asta cîhanî de dikin.

Kakşar Oremar behsa hilberîna hunerî ya li Rojavayê Kurdistanê kir û got:

"Hunermendên li Kurdistanê bi êş û derdên civakê re rûbirû ne, loma berhemên wan bi ruh û can in.

Li Ewropayê tevî ku îmkanên hunermendan zêdetir in jî, nikarin wekî wan berheman pêşkêş bikin. Hunera Kurdan a resen îro li Rojavayê Kurdistanê ye."

Banga ji bo xizmetguzariyê

Kakşar Oremar di dawiya axaftina xwe de rexne li rewşa xizmetguzariyê girt û bang li Rêveberiya Xweser kir ku zêdetir giringiyê bi rê û pir û jiyana xelkê bide.

Oremar wiha domand, "Xelkê me li wir berdêlên giran daye. Pêwîst e desthilatdarên wir xizmetên baştir pêşkêşî vî gelî bikin.

Divê dest bi avadaniyê bikin, kolan û cadeyan çêbikin. Ev xelk heq dike ku jiyaneke baştir bijî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst