Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan ku wekî “karesata sedsalê” hate qeydkirin û li ser 14 milyon mirovan bandoreke kûr a derûnî hişt, ji bo piştgiriya pisporên tenduristiya derûnî xebateke girîng a akademîk hate weşandin.
Pirtûka bi navê “Trawma, Krîz û Başbûn: Nêrîneke Biyopsîkososyal” ku ji aliyê Weşanên Avestayê ve hatiye çapkirin, wekî çavkaniyeke sereke ya zanistî bo pisporên qadê cihê xwe di refan de girt.
Ev berhem di heman demê de bi navê “Travma, Kriz ve İyileşme: Biyopsikosoyal bir bakış” bi zimanê Tirkî jî hate weşandin û wergera wê ya Kurdî ji aliyê Abdulsittar Ozmen ve hatiye kirin.
Amadekarî û edîtoriya vê berhemê ji aliyê Jan Îlhan Kizilhan, Siyabend Aslan û Abdulsittar Ozmen ve hate kirin.
Pirtûk berhema projeyeke berfireh a perwerdeyê ye ku di navbera salên 2024-2025an de bi hevkariya Eyaleta NRWyê, Enstîtuya Zanistên Tenduristiyê ya Navçandî û Zanîngeha Baden-Wuerttembergê li bajarên Wan, Semsûr, Hatay, Meletî, Dêrsimê û pêk hatibûn.
Di pirtûkê de, Prof. Dr. Okan Taycan bi nivîsa “Karesat û Trawma”, Doç. Dr. Onur Yilmaz bi gotara “Nêrîneke Teorîk li Diyardeya Krîzê”, Psîkiyatrîst Suat Yalçin bi nivîsa “Norobiyolojiya Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê” û Psîkiyatrîst Azad Dildar Gunderci bi gotara “Karesatên Xwezayî, Rûdanên Trawmatîk û Bêpergalîyên Têkildarî Stresê” cih digirin.
Her wiha, Psîkiyatrîstê Zarok û Nûciwanan Begum Şahbudak û Prof. Dr. Damla Eyuboglu bi nivîsa “Trawmayên Qonaxa Zaroktiyê: Ji Doh Heta Îro”, Psîkiyatrîst Pelîn Taş bi “Alîkariya Derûnî ya Pêşîn bo Karesatan û Birêvebirina Krîzê”, Prof. Dr. Burhanettîn Kaya bi “Rêbazên Terapotîk ên bo Tedawîkirina Trawmayê”, Pisporên Xizmeta Civakî Erdal Aladag û Abdullatîf Meşe bi “Sepanên Xizmeta Civakî yên Piştî Karesatê”, Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi “Midaxeleyên Bingehkomî Piştî Rûdanên Trawmatîk ên Mezin” û Psîkiyatrîst Alî Gokhan Eşîm bi nivîsa “Rêbera Serederîkirina bi Rewşên Zehmet re: Şahidbûna Êşê” ked daye vê berhemê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse