Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî salvegera 56emîn a damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir.
Yekîtiya Nivîskarên Kurd 10ê Sibata 1970yî hatiye damezirandin û îro salvegera damezrandina wê ye.
"Eniyeke bihêz a parastina ziman"
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di salvegera damezirandina wê de ragihand:
"Em bi rêz û pêzanîneke zêde li dîrok û xizmeta zêdetirî nîv sedsalê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd dinêrin.
Wan di hemû qonaxên cuda yên têkoşînê de, bi pênûs û bîra xwe, eniyeke bihêz a parastina ziman, wêje û nasnameya neteweyî û nîştimanî ya gelê Kurdistanê parastiye û roleke çalak di hişyarkirina civakê de lîstiye."
"Tim pêşeng in"
Nêçîrvan Barzanî derbarê rola nivîskaran jî wiha got:
"Nivîskar her dem pêşengên çespandina nirxên mirovî û kûrkirina çanda lêborîn, bihevrejiyan û hevpejirandinê bûne.
Îro jî çavê me li rola bibandor û berpirsyarane ya nivîskaran e da ku bi berhemên xwe yên bedew, bibin haveynê tebayî, yekrêzî û parastina destkeftên demokrasî û destûrî yên Herêma Kurdistanê.
Em bejna xwe ji bo giyanê pak ê nivîskarên şehîd û hemû wan nivîskarên koçkirî ditewînin ku temenê xwe di ber xizmeta peyva Kurdî û azadiyê de bexşiye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse