Hewlêr (Rûdaw) - Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê ya ku xelatên Oscarê dabeş dike, li ser sînordarkirina bikaranîna hişê çêkirî ya di hilberîna fîlman de biryarek da.
Li gorî biryarê, di xelatên taybet ên lîstikvaniyê de tenê "mirovên rastîn" dikarin pêşbaziyê bikin.
Heke lîstikvanek bi rêya komputer û hişê çêkirî hatibe çêkirin, ew bi ti awayî xelatê nastîne.
Her wiha divê lîstikvanê mirov bi daxwaza xwe rolê bilîze û navê wî di lîsteya fermî ya fîlm de hebe.
Di xelatên taybet ên nivîsîn û senaryoyê de jî şert hat danîn ku divê çîroka fîlm ji aliyê mirov ve hatibe nivîsandin.
Senaryoyên ku ji aliyê chatbot û bernameyên hişê çêkirî ve tên nivîsandin, bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Sedema biryarê çi ye?
Ev biryara Akademiyê piştî rûdaneke balkêş hat.
Di civîneke taybet a xwediyên sînemayan de, guhertoyeke hişê çêkirî ya lîstikvanê koçkirî Val Kilmer hat nîşandan ku lîstikvanê fîlmê Top Gunê bû.
Ev yek salek piştî koça dawî ya wî lîstikvanî pêk hat.
Akademiyê piştî vê bûyerê metirsiyek dît û ev tedbîr standin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse