Avestayê du berhemên Babayê Keleş çap kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Babayê Keleş Serhatî Nîşanî Weşanxaneya Avestayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Avestayê du pirtûkên çîrokan ên nivîskarê Kurd ê serdema Sovyetê Babayê Keleş çap kirin.

Her du berhevokên bi navên "Serhatî" û "Nîşanî" piştî bi salan gihîştin ber destê xwîneran.

"Serhatî": Pirtûka ku ji ber rexnekirina pergalê hatibû qedexekirin

Pirtûka "Serhatî" ji aliyê Prîskê Mihoyî ve hatiye amadekirin û ji 176 rûpel û 14 çîrokan pêk tê.

Babayê Keleş yek ji nivîskarên navdar ên dewra Yekîtiya Sovyetê bû.

Lê belê di wê serdemê de destûra weşanê nedan pirtûka wî ya "Serhatî"yê.

Sedema sereke ya vê qedexeyê ew bû ku naveroka çîrokan li dijî îdeolojiya sosyalîzmê dihat dîtin.

Nivîskar di berhema xwe de pergal rexne dikir, bêçaretiya ferdan radixist ber çavan û leşker û karmendên dewletê bi awayekî neyînî teswîr dikirin.

Pirtûk bi Kurmanciyeke xurt û dewlemend a herêma Serhedê hatiye nivîsandin.

Babayê Keleş di van çîrokan de li ser nakokiyên wekî "rastî û derew, guman û bawerî û xapînok" ên jiyanê hûr dibe.

Ew mîna hostayê realîzma exlaqî yê Rûs Tolstoy, kûrahiya hestên mirovan vedikole û bi karakterên dewlemend rasteqîniya civaka Kurd radixe ser kaxezê.

"Nîşanî": Qelema wî wekî neştera Çexov tûj e

Berhema din a Babayê Keleş a ku ji Avestayê derketiye pirtûka "Nîşanî" ye ku ji aliyê Mustafa Kiliçaslan ve hatiye amadekirin û ji 120 rûpelan pêk tê.

Babayê Keleş di vê berhema xwe de wekî gelek hevdemên xwe, forma çîrokê ji "destpêk, pêşketin û encam"ê rizgar kiriye û veguherandiye perçeyeke zindî ya jiyanê.

Di çîrokên wî de qelema wî nola neştera Çexov tûj lê dilê wî wekî helbestvanekî nazik e.

Li cem wî jiyana Kurdî ya asayî, bêyî dramayên mezin tê ber çavan.

Karakterên wî zindî ne û diyalogên wî jî gelekî herikbar in.

Ji kalekî bigire heta zarokekî biçûk, ji karmendekî bigire heta jinebiyekê gelek karakterên cihêreng di çîrokan de cih digirin.

Temaya çîrokên wî qeder, daristan, bajar, rê, gund, otomobîl, jidayîkbûn, evîn û mirin in.

Ew rîtmên trajedî û komediyê di heman kêliyê de pêşkêş dike.

Xwîner di wan rûpelan de ne tenê civaka Kurd a sedsala 20an a li wî aliyê Çemê Erezê, di heman demê de xwe jî dibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst