KELEHA HEWLÊRÊ - Mala Muzîkê ya Zehawiyê dest bi konseran kir

02-08-2025
RÛDAW
Konsera li ser Keleha Hewlêrê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Konsera li ser Keleha Hewlêrê / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Mala Muzîkê ya Zehawiyê Keleha Hewlêrê Konser Muzîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mala Muzîkê ya Zehawiyê li ser Keleha Hewlêrê ji hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Aso Felahiyê û koma wê û her wiha koma “Solî Fusion” a ji Silêmaniyê re konsereke taybet li dar xist.

Aso Felahiya ku bi koma xwe re ji Rojhilatê Kurdistanê hatiye Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand:

“11 sal in ez karê hunerî dikim. Min li Zanîngeha Tehranê beşa muzîka klasîk a cîhanî û amûra gîtarê xwend û temam kir.

Ev tecrube ji bo min gelekî baş bû.

Çimkî em li Îranê nikarin bi rihetî ji bo jinan konseran saz bikin û bernameyan amade bikin.

Ji ber vê yekê bernameyên me bi şêwazên taybet bûn lê ev konser ji bo min bû tiştekî gelekî cuda.”

Jîwer Hisêna ku bi koma “Solî Fusion” re ji Silêmaniyê hatiye Hewlêrê ji Rûdawê re got:

“Ez nêzîkî 3 sal in ku min dest bi stranbêjiyê kiriye.

Îşev em bi hevalên xwe re ji Silêmaniyê bi navê koma Solî Fusion hatine da ku em konserekê di bin navê Mala Muzîkê ya Zehawiyê de li ser Kelehê pêşkêş bikin.

Em ji bo rêkxistina vê konserê gelekî spasiya Kek Hejar (Zehawî) dikin.”

Mala Muzîkê ya Zehawiyê dê di serdema nû de 5 mehan berdewam bike û dawiya her mehê dê du komên cuda stran û muzîkê pêşkêş bikin.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya konseran e.

“Muzîka Kurdî ne muzîka cihekî ye”

Damezirînerê Mala Muzîkê ya Zehawiyê Hejar Zehawî li ser serdema nû wiha axivî:

“Demek berê me ji bo îsal bangek belav kir û me daxwaz kir ku komên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê nimûneyên karên xwe bişînin.

Ez gelekî kêfxweş bûm ku 51 komên curbicur berhemên xwe şandin û em dibêjin ku muzîka Kurdî ne muzîka herêmekê û cihekî ye.

Îsal me girîngî da van komên hêja, çi li Başûr, çi li Bakur, çi li Rojhilat û çi jî li Rojava bin.

Me biryar daye ku em li ser Keleha Hewlêrê her meh ji bo du komên cuda konserekê li gel bernameyeke televîzyonî ji bo Rûdawê tomar bikin.”

Beşdarekî konserê jî got:

“Bi rastî min fikra lidarxistina van çalakiyan li ser Keleha Hewlêrê gelekî guncav dît.

Ji ber ku ev der hem cihekî dîrokî ye, hem jî bi lidarxistina van çalakiyan nifşê nû, xelkê Hewlêrê, ew ciwan dikarin werin, hem beşdarî çalakiyê bibin, hem jî dîroka welatê xwe bibînin.”

Mala Muzîkê ya Zehawiyê sala 2022yan hat ragihandin û salane konserên curbicur ji bo hunermendên biyanî û hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê li dar dixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst