Hewlêr (Rûdaw) - Delîl Dîlanar li ser daxuyaniya hunermend Mem Ararat a derbarê KOM Muzîkê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Hunermend Delîl Dîlanar di daxuyaniya xwe ta di hesabê xwe yê Xê de bal kişand ser parastina nirxên hunerî û avakirina zemîneke rexneyî ya tendurist.
Delîl Dîlanar di daxuyaniya xwe de rêwîtiya xwe ya hunerî û mîrasa dengbêjiyê bi bîr xistin û destnîşan kir ku saziyên hunerî dikarin îro hebin û sibe nebin lê ya ku divê bi duristî were parastin nirxên hevpar in.
Tevahiya daxuyaniya hunermend Delîl Dîlanar bi vî rengî ye:
“Rêvingiya min a hunerî ku li dîwanên dengbêjan û li gel wan dest pê kir, li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li gel Şehîd Hogir berdewam kir.
Paşê, ji bo min cihê şanaziyê ye ku ez bûm şagirdê hunermendê payebilind, danerê Meya Kurdî, Egîdê Cimo û min bi têr û tesel heta du salan li gel wî kar kir.
Îro ne Şeroyê Biro, ne Şakiro, ne bi dehan dengbêjên me; ne Şehîd Hogir, ne Şehîd Sefkan, ne Delîla, ne Şehîd Mizgîn û ne jî Egîdê Cimo dijîn... Lê belê, ew nirxên ku wan hêlandine di bîra me de hatine kolan û dê heta hetayê jî bijîn.
Di vê çarçoveyê de, ne pêdiviya me bi duristkirina fetîşîzma saziyan heye, ne jî bi ‘parêzbendî’ya hunermendiyê heye. Ya ku divê em bikin, girîngîdana wan rêbazên mafxwaziyê ye ku nirxên me yên hevpar birîndar nakin.
Sazî îro hene, reng e sibê nebin; a ku divê em bi duristî biparêzin, ew nirx in ku nûneratiya wan saziyan dikin. Hêza yekta ev nirxên me ne, ew in ku dê Kurdîtiya me û mirovahiya me bikin mayînde.
Li şûna ku em gengeşeyên heyî ji bo xwe bikin amûra ‘vederkirinê’, divê em vê yekê bikin amrazeke axaftinê da ku li ser bingehên saxlemtir bên cem hev; zemîneke rexneyî lê yekgirtî û rêxweşker ava bikin.”
Çi bûbû?
Mem Ararat, li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyek belav kir û daxuyaniyên balkêş dan.
Mem Ararat bi taybetî nerazîbûna xwe nîşanî hinek sazî û dezgehên Kurdan û bi taybetî jî KOM Muzîkê da û got, “Ez ne xulamê bavê ti kesî me.”
KOM Muzîkê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da Mem Ararat.
KOM Muzîkê diyar kir ku ew keda ti hunermendî tune nahesibînin û ji bo çareseriyê bangî diyalogê kir.
Ji bo raya giştî
— Delîl Dîlanar (@dilanarofficial) May 18, 2026
Rêvingiya min ya hunerî ku li dîwanên dengbêjan û li gel wan dest pê kir, li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li gel Şehîd Hogirî berdewam kir. Paşî, ji bo min cîhê şanaziyê ye ku ez bûm şagirdê hunermendê payebilind, danerê Meya Kurdî, Egîdê Cimo û min bi têr…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse