Hewlêr (Rûdaw) - Piştî daxuyaniyên hunermend Mem Ararat ên li ser şirketa muzîkê ya KOM Muzîkê, hunermendê Kurd Firat Med jî ji Rûdawê re ragihand ku wê şirketê bi "hîleya îmzeyê" 14 sal in dest daniye ser albumek û 12 berhemên wî û mafên wî hatine xwarin.
Hunermend Firat Med diyar kir ku KOM Muzîk ji nasnameya Kurdayetiyê dûr ketiye û ji ber wê ew naxwaze berhemên wî bibin milkên wê saziyê.
Van rojên dawî li ser torên civakî qala şirketa muzîkê ya KOM Muzîkê tê kirin û “neheqiya wê ya li hemberî hunermendên Kurd” tê rojevê.
Piştî ku hefteya borî hunermendê navdar Mem Ararat ragihand ku KOM Muzîkê dest daniye ser berhemên wî, hunermend Firat Med jî îro ji Rûdawê re ragihand ku ew jî yek ji mexdûrên KOM Muzîkê ye.
“Bi hîleyeke îmzeyê mafên me standin”
Firat Med eşkere kir ku KOM Muzîkê 14 sal in dest daniye ser albumek û 12 berhemên wî û got:
“Destpêkê dema ji me re hat gotin KOM Muzîk saziyeke me ye, me jî bêyî ku guh bidin tiştekî berhemên xwe li cem wan weşandin.
Lê pişt re bi hîleyeke îmzeyê bi me dan îmzekirin ku mafê weşanê yê berheman heta hetayê ji bo wan e.”
Firat Med diyar kir ku wî bi salan e ji ber nasnameya Kurdî ya KOM Muzîkê dengê xwe li hember vê yekê dernexistiye û anî ziman:
“Min berê KOM Muzîk wekî mala Kurdan didît lê niha wiha nabînim û ji nasnameya xwe ya Kurdayetiyê dûr ketiye.
Ji ber wê jî naxwazim ew dest deynin ser keda min a 12 salan a welatparêziyê û ew ked bibe milkê wan.
Eger mala Kurdan bûya em ji wê derê venediqetiyan.”
“Gelek hunermend mexdûr in”
Hunermendê Kurd diyar kir ku gelek hunermend hene wekî wî bûne qurbaniyê KOM Muzîkê û da zanîn:
“Dibe ku îro gelek kes me rexne bikin ji ber vê helwestê lê dê bi eşkerebûna rastiyan gelê me û raya giştî jî baştir ji me têbigihêjin.
Ev sekna me ne ji ber berjewendiyên şexsî, ji ber berjewendiyên Kurdayetiyê û nasnameya Kurdî ye.”
Çi bûbû?
Mem Ararat, li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyek belav kir û daxuyaniyên balkêş dan.
Mem Ararat bi taybetî nerazîbûna xwe nîşanî hinek sazî û dezgehên Kurdan û bi taybetî jî KOM Muzîkê da û got, “Ez ne xulamê bavê ti kesî me.”
KOM Muzîkê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da Mem Ararat.
KOM Muzîkê diyar kir ku ew keda ti hunermendî tune nahesibînin û ji bo çareseriyê bangî diyalogê kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse