Art Contactê li Stenbolê dest pê kir

1 demjimêr berê
Rawîn Stêrk
Hunermend Çerkes Karadag / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hunermend Çerkes Karadag / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêşangeha Art Contactê Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Pêşangeha "Art-Contact"ê ku yek ji pêşangehên mezin ên navneteweyî ye li Stenbolê dest pê kir.

Hezar hunermend ji 40 welatan cuda bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne û berhemên curbicur nîşan didin.

Hinek hunermendên Kurd jî bi berhemên xwe di pêşangehê de ne.

Ew dibêjin ku huner ji bo Kurdan gelekî girîng e û pêşangehên bi vî rengî hunermendan nêzîkî hev dikin.

Hezar hunermend li hev civiyan

Stenbol mazûvaniya Pêşangeha Hunera Hemdem a Navneteweyî (Art-Contact) dike.

Di pêşangehê de berhemên wekî tablo, peyker, seramîk, gravur, vîdeo û înstalasyon bala xelkê dikişînin.

Pêşangeh ji aliyê hezkiriyên hunerê ve bi eleqeyeke zêde hat pêşwazîkirin.

"Em koça mirovan neqiş dikin"

Hunermend Hatice Dogan li ser berhemên xwe axivî û wê got:

"Ji bo hunermendan, huner qadeke vegotina hestan e. Ez jî wisa lê dinêrim.

Ez bi giştî koça mirovan a ruhî û fîzîkî neqiş dikim.

Çawa ku em di navbera bajaran de digerin, ruhên me jî her tim cihê xwe diguherîne.

Ez di nav tabloyên xwe de vê koça ruhî û fîzîkî dihonim."

Hunermend Derya Tosunê jî kêfxweşiya xwe anî zimên û got:

"Hesteke xweş e ku mirov li vê derê be. Atmosfereke rengareng e û tiştekî baş e ku em berhemên gelek hunermendan bi hev re dibînin."

Hunermendên Kurd jî beşdar bûne

Gelek hunermendên Kurd jî bi berhemên xwe cihê xwe di pêşangehê de digirin.

Hunermend Guven Ateş diyar kir ku huner ji bo Kurdan pêwîstiyeke mezin e û got:

"Rewşa me Kurdan her tim astengî, şer û siyaset e.

Lê huner ji bo hemû gelan pêwîst e. Ev yek li vê herêmê ji bo Kurdan zêdetir lazim e."

Hunermend Çerkes Karadag jî bal kişand ser beşdariya Kurdan û wiha axivî:

"Di vê pêşangehê de gelek hunermendên Kurd hene.

Hinek ji wan navê xwe didin û dibêjin 'Em Kurd in' lê hinek ji wan dengê xwe dernaxin.

Li cihên wiha hunermendên Kurd û Tirk nêzîkî hev dibin.

Bi saya van pêşangehan em dibînin ka dinya li ser çi diaxive."

Pêşangeh dê 4 rojan bidome

Pêşangeha Art-Contactê dê 4 rojan bidome.

Di dema pêşangehê de dê gelek atolye, komxebat û panel werin lidarxistin.

Li aliyê din, gelek kiryar û pisporên hunerê ji bo dan û standinan çûne Stenbolê.

Tê payîn ku heta dawiyê nêzîkî 10 hezar kes biçin pêşangehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst