Hewlêr (Rûdaw) – Festîvala Kurdistan Jîngeha Ciwanê ya fîlmên kurt ên taybet bi jîngeh, bipêşketin û bihevrejiyanê li bajarê Hewlêrê tê lidarxistin.
Armanca sereke ya festîvalê hişyarkirina civakê ya ji bo parastina jîngehê ye.
Berpirsê Giştî yê Birêvebiriya Rewşenbîrî û Huneriyê yê Hewlêrê Sîrwan Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Bi hevkariya Parêzgariya Hewlêrê û çend şirketan, me piştgiriya vê fikrê kir ku ya derhênerê Kurd Piştîwan Ebdullah e.
Wî çend berhemên li ser jîngehê amade kirine û dê di rojên 20 û 21ê vê mehê de werin nîşandan."
Li Soranê dê şitil werin çandin
Birêvebirê Giştî yê Rewşenbîrî û Huneriyê yê Hewlêrê destnîşan kir ku çalakî tenê di warê sînemayê de namînin û li pey çû:
"Roja piştî festîvalê, tîm dê herin Îdareya Serbixwe ya Soranê û wekî piştgiriyekê ji bo xwezaya Kurdistanê, dê şitilan biçînin."
Festîval dê saet 18:00an dest pê bike û saet û nîvekê bidome.
Ev festîval bi dirûşma "Mirov berhema jîngehê ye" li Sînemaya Empireyê tê lidarxistin.
18 fîlmên kurt tên nîşandan
Di festîvalê de 18 fîlmên kurt ên curbicur tên nîşandan.
Ji bilî nîşandana fîlman, tîma festîvalê jî dê çend fîlmên taybet berhem bîne.
Her wiha du komîteyên taybet ên hunerî dê nirxandinê ji bo berheman bikin û 3 xelatên taybet dê li ser 3 fîlmên kurt ên herî baş werin belavkirin.
Armanceke din a festîvalê, wekî ku di daxuyaniya festîvalê de hatiye diyarkirin "nîşandana rûyê geş û xweşik ê Kurdistanê ya bi rêya jîngeh û bihevrejiyana pêkhateyên cuda ye."
Ev yek ji bo îspatkirina wê yekê ye ku şer û alozî nikarin vîna jiyan û xweşikiyê li cem Kurdan lawaz bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse