Li zozanên Colemêrgê jiyana koçeriyê bi hunera malbatekê xemiliye

02-08-2025
Ferdî Sak
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mêrga Bûtanê Colemêrg Şîlan Ozek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li zozanên Mêrga Bûtanê yên Colemêrgê, li wî warê ku çiya asmanan hembêz dikin, jiyana koçeriyê bi dengê hunerê re têkel dibe.

Li vir, di nav karekara berx û mihan û bêhna giyayên teze de, çîroka Malbata Ozekan, çîroka ked û kilaman e.

Şîlan Ozek a 24 salî, bi dengê xwe yê zelal dibe strana vê jiyana dijwar.

Dengê wê ne tenê axînek e, di heman demê de werîsek e ku kedê bi hêviyê û zehmetiyê bi bedewiyê ve girê dide.

Şîlan Ozekê got, "Ev 26 sal in dayika min vê jiyanê dijî. Em jî bi wan re tên zozanan. Dema bihar tê em tên vir heta ku dibistan vedibin û em jiyana xwe li vê derê derbas dikin.”

Lê ev huner ji Şîlanê re wekî mîras maye. Dayika wê, Zeyneb Xanim, di nav karê bêriyê de kilamên xwe gotine û ew deng û hest derbasî keça wê bûye.

"Min nexwend, bila zarokên min bixwînin"

Ew bi destên xwe şîrê jiyanê didoşe û bi dengê xwe êş û hêviyên wê tîne zimên.

Dayika Şîlanê Zeynep Ozekê jî got, “Em ji gundê Gûza Reşê hatine. Dema em hatin Colemêrgê kar tune bû, me jî dest bi xwedîkirina pez kir.

Em 3 mehan li vir dimînin. Min got ez nexwendî me lê bila zarokên min bixwînin. Ez gelekî dixwazim zarokên min dibistana xwe biqedînin.”

Li hemberî dengê hunerî yê dayik û keçê, dengê bav, Selîm Ozek, rastiya jiyana wan a dijwar tîne zimên.

Dengê wî sebir û hezkirineke bêpîvan nîşan dide.

Selîm Ozek jî got, “Jiyana me li ser xwedîkirina ajalan e. Eger em vî karî nekin, em nikarin debara xwe bikin. Meaşekî min nîne û dahateke me ya din jî tune ye.”

Di nav vê tabloyê de, biçûka malê Jînda jî bi ken û şirîniya xwe dibe notayeke din a vê sirûda malbatê.

Li zozanên Mêrga Bûtanê, roj bi stranekê diçe ava û bi hêviyeke nû hiltê.

Ji bo malbata Ozek, ked ne tenê bar e lê rêzgirtinek ji bo jiyanê ye. Kilamên wan jî ne tenê peyv in; ew dia ne ku dibêjin, heta dengek ji van çiyayan bilind bibe, çîroka mirovahiyê dê li ser vê axa kevnar berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst