Mêrga Bûtanê: Kêlika geştyaran a hemû demsalan

26-01-2024
Zînê Cahîde Akgul
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Mêrga Bûtan Colemêrg Kaşûn Geştyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrgê Navenda Kaşûnê ya Mêrga Bûtanê bûye navendeke giring a geştyariyê.

Paytexta Çiyayan, Colemêrga Bakurê Kurdistanê bi zivistana xwe ya dijwar tê naskirin.

Bultena Bakur ya Rûdawê bi pêşkêşkirina Hêvîdar Zanayê li navenda kaşûnê ya Mêrga Bûtanê bû.

Ji seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û heta welatên Ewropayê geştyar diçin Mêrga Bûtanê da ku kaşûnê bikin.

Endamê Komeleya Werzîşê ya CISADê Esat Kiliç ji Rûdawê re behsa devera Mêrga Bûtan kir û got:

"Jiyana gelê me çiya ne"

“Li vir befir metreyekê bilind bûye lê li nava bajêr ne wisa ye. Em aciz dibin. Ji ber ku mezinên me digot cihê me bi berfê ava ye.

Jiyana gelê me çiya ne. Em bi hevalên xwe re hatine gerê. Hefteya borî jî em hatin û em heta Geverê meşiyan. Niha hevalên me kaşûnê dikin.”

Mêrga Bûtan ji ber bilind e demeke dirêj berf lê dimîne û heta demsala havînê jî berf tê dîtin lê ji bo geştyariya havînê jî guncav e.

Bi taybetî geştyarên ji Herêma Kurdistanê jî berê xwe didin vê derê lê kompanyayên geştyariyê dixwazin ku her du welat çûn û hatinê asantir bikin.

“Divê pirsgirêka vîzeyê were çareserkirin”

Berpirsê Kompanya Geştiyariyê Yavuz Tosun got, “Havînan zêdetir xelk tên. Gel tên Zoma Berçela, Devera Bihişt û Dojehê, Cîlo û gelek gol hene.

Ji Başûr, Îran û bajarên Tirkiyeyê jî tên Colemêrgê. Daxwaza dîtina van deveran dikin.

Lewra vîzeya wan 2 meh 3 mehan dernakeve. Ew girêdayî Tirkiyeyê ye. Eger ev pirsgirêk were çareserkirin dê baş be.”

Li gel geştiyarên ji derve tên, ji ber navenda kaşûnê tenê 13 kîlometreyan nêzîkî bajêr e xelkê Colemêrgê jî bo kaşûnê vê derê hildibijêre.

Welatiya ji Colemêrgê ya ku bi malbata xwe re ji bo kaşûnê hatiye got:

“Ev der gelekî xweş e. Ez, xwişk, biraza û xwarzayên xwe bi hev re hatine. Dema mirov tê vir bêhna mirov derdikeve.

Ez dixebitim ji ber wê dawiya heftiyê têm vir. Biraza û xwarzayên min ji Wanê hatine, min ji bo wan destûr xwestiye.”

Zozanên Mêrga Bûtanê 2 hezar û 800 metreyî ji asta deryayê bilindtir û qada kaşûnê nêzîkî 11 kîlometreyan dirêj e.

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê, berfa herî zêde bi 168 santîmetreyan li vê navendê hatiye tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

AK Partî li Periyê bi ser ket / Wêne: Rûdaw / Alî Haydar Gozlu

AK Partî li Periyê bi ser ket

AK Partî di hilbijartinên bajarokê Periyê yê navçeya Mêzgirê ya Dêrsimê Bakurê Kurdistanê de bi ser ket