Ferhat Tunç albûmeke nû derdixe

4 demjimêr berê
RÛDAW
Strana Ferhat Tunc
Strana Ferhat Tunc
Nîşan Ferhat Tunç Album Ax Gulistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Ferhat Tunç amadehiyê dike ku albûma xwe ya nû ya bi navê “Hayatim” (Jiyana Min) derxe û hemû berhemên di albûmê de nû ne.

Strana bi navê “Ah Gulistan” li ser YouTube û hemû platformên dîjîtal hat belavkirin.

Ev stran ji bo xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Dokuyê hatiye çêkirin.

Gulistan Doku li Dêrsimê winda bûbû û ti xeber jê nehatibû wergirtin.

"Ne tenê şîn e, serhildanek e"

Ferhat Tunç li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got:

"Ah Gulistan ne tenê şînek e. Di heman demê de ev stran li dijî tundiya li hemberî jinan û cînayetên kiryarnediyar îtîrazek e.”

Tunç destnîşan kir ku wî ev berhem di şexsê Gulistan Dokuyê de diyarî hemû jinan kiriye ku hatine kuştin, hatine windakirin û dengê wan hatiye birîn.

"Dermanê êşê jibîrnekirin e"

Hunermendê Kurd li ser strana xwe wiha got:

“Ev stran çi qasî şîn be ew qas jî serhildanek e.

Me xwest em di şexsê Gulistanê de bibin dengê hemû jinên ku tê xwestin dengê wan bê birîn.

Rêya ku em êşê veguherînin hêviyê, ji jibîrnekirin û bibîrxistinê derbas dibe.”

Tunç da zanîn, ew demeke dirêj e li ser albûma “Hayatim” dixebite û bawer dike ku dê guhdar ji albûmê hez bikin.

Bi Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî ye

Di albûma "Hayatim"ê de stranên bi Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî) û Tirkî hene.

Nîhat Ulaşê ku Ferhat Tunç bi salan e pê re dixebite, derhêneriya muzîkê ya albûmê kiriye.

Her wiha Osman Îşmen jî aranjoriya du stranan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst