Dusseldorf (Rûdaw) - Newaf Mîro romannivîs, çîroknivîs û helbestvanekî diyasporayê yê xelkê Bakurê Kurdistanê ye.
Newaf Mîro sala 1968an ji malbateke Êzidî ya navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ji dayik bûye.
Ji sala 1987an ve li Almanyayê dijî, li wî welatî xwendiye û kar kiriye.
Helbestên wî yên di nav 5 dîwanên wî yên çapkirî de di nav xwendevanên Kurd de, nemaze yên ku bi Kurmancî dixwînin, dest bi dest digerin û tên gotin.
Sînga Newaf Mîro tijî hezkirina Kurdistan û Êzidxanê ye.
Zimanê Kurdî ji bo wî ji alaveke têgihiştinê wêdetir e.
Newaf Mîro ji Rûdawê re got, "Alman ti carî kil û kêmasiyên xwe venaşêrin, nabêjin kil û kêmasiyên me nebûne, nabêjin pêşiyên me bêguneh bûne.
Li Almanyayê çanda lêborînê heye, çimkî eger te şaşiyek kiribe, çi tişt qewimî be, eger pêşiyên te kiribin, tu dikarî îro serê xwe ji bo wê bitewînî yan çokê xwe deynî tu dikarî bibêjî ez lêborînê dixwazim."
Newaf Mîro zêdetirî nîvê temenê xwe li Almanyayê derbas kiriye û ezmûna diyasporayê, ew bêtir bi Êzidîtî û Kurdbûna wî ve girêdaye.
“Ez xwe wek Kurdekî dibînim û ji ber vê jî bi Kurdî dinivîsim”
Newaf Mîro li ser nasnameya xwe got, “Eger Kurdbûn û Êzidîbûna me ew qasî di kokê de nebûya, bê guman me dê dest jê berda û ew ziman û hezkirin jî nedibû.
Ji bo min erka mezin a nivîskar ew e ku li gel kesên lawaz be, ji bo civaka xwe be, li gel wan mirovên ku pêdiviya wan bi parastinê heye be ewên ku divê wan biparêze.
Li cîhanê ez xwe wek Kurdekî dibînim, ji ber vê yekê jî bi Kurdî dinivîsim.
Ez di nav Kurdistan û Êzidxanê de tenê Êzidî me. Naxwazim ji min re bê gotin 'Kurdê Êzidî', tenê Êzidî me."
5 dîwanên wî hene
Newaf Mîro ku xwediyê pênc dîwanên helbestan ên çapkirî ye, derbarê forma edebî ya herî xweş û şêrîn got:
"Helbest, destpêkeke bêdawî ye, êşek e, êşeke evîndarî ye ku hev temam dikin.
Çimkî di jiyanê de mirov heta ku êşê hîs bike dijî. Ango êş bi xwe jiyan e.
Eger em nikaribin êşê hîs bikin, wateya wê ew e ku em ji jiyanê fêm nakin û najîn.
Mirov çi qas bikaribe bigirî, ew qas jî êşê nade yê li hemberî xwe."
Her çend hîn ciwan e û derfeta berhemên zêdetir li pêşiya wî heye, Newaf xwediyê heşt romanan e û yek ji wan wek zanista xeyalî (science fiction) tê hesibandin.
8 romanên wî hene
Newaf Mîro derbarê berhemên xwe wiha got:
“Heşt romanên min di heşt mijarên cuda de hene û min hewl daye ku ez bikaribim bi rêya wan asta romana xwe, asta romana Kurdî, Kurdiya ku ez pê dinivîsim, zaravayê me yê Kurmanciya jorîn, asta wê bilind bikim.
Gelek cureyên nivîsandinê hene, bo nimûne yek ji wan wek yekem romana zanista xeyalî hate hesibandin."
Li gorî gotina Newaf, zimanê Kurdî ji bo mirovê Êzidî, taybetmendî û girîngiyeke cuda heye.
“Ziman ji bo her kesî girîng e lê ji bo Êzidiyan du qatan girîngtir e”
Newaf Mîro li ser vê yekê jî got:
“Ziman ji bo her kesî girîng e lê ji bo Êzidiyan du qatan girîngtir e. Çimkî hemû qewl, beyt, zanîn, çîrok, destan û lawikên me bi vî zimanî ne.
Ez hûnandina ziman wek pergaleke perestinê dibînim, ango ez dikarim bibêjim min bi şêwazê xwe perestinek ji bo vî zimanî kiriye."
Newaf bi plan û bername dinivîse lê dixwaze ku derfet û temen alîkariya wî bikin da ku bêtir li ser Êzidîtiyê kar bike.
Newaf Mîro her wiha got, “Mebest ne reklam bû, ango ne ji bo wê yekê bû ku alîkariya navdariyê bike, belkî mijarek e ku ez pir dixwazim li vir li ser kar bikim, bi wî şêweyê ku ez behs dikim.
Mijara Êzidîtiyê, gelek sembol, remz û nav hene lê nehatine hûnandin, nebûne dîmenek da ku di mêjiyê mirovan de bi cih bibin.
Her wiha şîrovekirina rîtuelên nav olê jî kêm e, şîrovekirina dua û peyvan jî ne di wê astê de ye ku her kes jê fêm bike."
Newaf, ku bavê sê zarokên ciwan e, gelek pirtûkên çîrokan ji bo zarok û malbatan nivîsîne. Her wiha karê wergerê jî ji zimanê Almanî kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse