Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendên Kurd Delîl Dîlanar û Rojînê li Geverê bi hezaran kes coşandin.
Rojîn û Delîl Dîlanar li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 31ê Tebaxê konser da.
Konser di çarçoveya bernameya "Şahiya Anatolyayê" de hat lidarxistin ku ji aliyê Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ve hatibû organîzekirin.
Bi sedan kes beşdarî konsera li qada navenda bajêr bûn û heta derengiya şevê bi stranên Rojîn û Delîl Dîlanar govend gerand.
Di şahiyê de her wiha tîma futbolê ya jinan a Geverê jî derket ser sehnê.
"Ji bo min moralekî mezin çêbû"
Hunermend Delîl Dîlanar kêfxweşiya xwe anî ziman û got:
“Bi rastî tiştekî ku ez bêjim nîne. We jî dît qadeke tijî hebû.
Yekem car e ez li Geverê konserekê didim. Bi rastî jî ji bo min moralekî mezin çêbû.”
"Konsera me bi coşeke mezin derbas bû"
Hunermenda navdar Rojînê jî diyar kir ku ew ji ber eleqeya xelkê gelekî kêfxweş e û got:
“Pir xweş bû, ji gundan û ji her derê xelk hatibû û min gelek peyam jî standin.
Ez gelekî kêfxweş bûm. Konsera me bi coşeke mezin derbas bû.”
Divê were gotin ku Wezareta Çandê îsal li Colemêrg û Geverê di bin navê "Şahiya Anatolyayê" de rêzeçalakiyên hunerî li dar dixe û di bernameyên cuda de behsa çand, huner û xwarinên herêmê tê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse