Hewlêr (Rûdaw) - Dîwana helbestan a navdar a Abdulla Peşêw a bi navê "Birakujî" ku wekî berteke li hemberî şerê navxweyî yê salên 90î hatibû nivîsandin, piştî 30 salan bi çapa xwe ya 3yemîn careke din derket.
Kurmanciya wê ji aliyê Rûken Bagdu û Bedran Hebîb ve hatiye amadekirin.
Çapa 3yemîn a "Birakujî"yê ji Weşanên Avestayê derket.
Abdulla Peşêw, sala 1994an vedigere Başûrê Kurdistanê û li şûna welatekî azad, rastî şerê navxweyî tê.
Ew wê demê dîwana xwe ya bi navê "Birakujî" dinivîse û li Hewlêrê di meydaneke mezin de dixwîne, pişt re careke din welatê xwe terk dike.
"Berî helbestê helwest e"
Peşêw di pêşgotina pirtûkê de, bi xwe behsa hest û helwesta xwe ya wê demê dike û dibêje:
“Ezîzê min a ku li ber destê te ye berî helbestê helwest e. Ev şiîr ji mîkrofonê re hatine nivîsîn, ne ji xwendina bêdeng re.
Qîrîn e ne piste pist, rakirin e ne rûniştin, bez e ne meş. Qûre qûr e ne hîske hîsk. Ka ew cih ku birakujiyê ew ne herimandiye? Min dît… Bi çavê serê xwe min birakujî dît. Min dît ku çawa derdiketin ser banan, mal û zarokên vî xelkê birçî çawa ji xwe re dikirin çeper.
Dengê zirmîna topan, doçka, RPG, roketan li nav kolanên Hewlêrê di guhê min de ne. Her feqîrek ku tê kuştin, her ku termê xortekî hêla dibe erdê, her mala ku xera dibe û deriyê wê tê şikandin, her mala ku talan dibe, her lawekî Kurd ku bi bîr bawerî ji mala xwe dertê û cihê xwe vala dihêle, her ku namûs dihetike, her xaniyên ku bi gulla bûne bêjing û li ber roketan mane;
Kurdistana min a enfalbûyî enfal dibe
Dîrok! Binvîse ku bêdeng nemam
Şiîr! Bibûre, min tu gelek westand
Pexşan! Gelek spas tu hatî hawara min.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse