Selaheddîn û Serazen bi Kurdî çap bû

02-07-2025
RÛDAW
Nîşan Selaheddîn û Serazen Kurdî Weşanxaneya Avestayê David Nicolle Fahriye Adsay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Avestayê pirtûka Selaheddîn û Serazen a David Nicolle bi Kurdî çap kir.

Fahriye Adsayê pirtûk ji Îngilîzî wergerandiye Kurdî.

Pirtûk ji 64 rûpelan û wêneyên rengîn pêk tê.

Li ser bergê pirtûkê wiha hatiye nivîsandin:

“Ji berê heta niha cil û berg, ekîpman, dîrok û organîzasyona hêzên leşkerî yên dinyayê…

Selaheddîn Yusuf îbn Eyyûb ku ji aliyê misilmanên dema wî wek Nasir ‘Serfiraz’ û ji aliyê Ewropaya heyran jî wek Saladin dihate naskirin, di dîroka Seferên Xaçparêzan de şexsiyetê herî naskirî ye; li derveyî welatên ingilîzîaxêv ji reqîbê xwe yê xiristiyan Richardê Şêrdil jî zêdetir tê naskirin. Selaheddînê ku piranî wek bêdeng, oldar û heta mutewazi tê resimkirin, mirovekî tipîk ê çand û serdema xwe bû. Ev pirtûk destnîşan dike ku civak û pergalên leşkerî ku wî û xelefên wî ji têkçûnê ber bi serkeftina nîhayî birin, ji halê tê zanîn bêhtir sofîstîke bûn û dîrok, rêxistinkirin, çek û zirxên Selaheddîn û Serazenan bi awayekî zindî tîne roja me.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst