Bekirxan Şemzînî û Xatûn Rojhelatiyê klîpa ‘Dilê Min Rabe’ belav kir

04-08-2025
RÛDAW
Bekirxan Şemzînî û Xatûn Rojhelatî  / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Bekirxan Şemzînî û Xatûn Rojhelatî / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Dilê Min Rabe Bekirxan Şemzînî Xatûn Rojhilatî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Bekirxan Şemzînî û hunermenda ji Rojhilatê Kurdistanê Xatûn Rojhelatiyê, straneke nû ya bi navê "Dilê Min Rabe" wekî duet got û klîpa wê belav kir.

 Peyv û awaza stranê ku ji aliyê Bekirxan Şemzînî ve hatiye amadekirin, bi şêwazeke folklorîk e û dîmenên klîba wê li bajarê Urmiyê hatine girtin.

"Em hewl didin sûdê bidin muzîka Kurdî"

Strana "Dilê Min Rabe" behsa jiyana gundan û evîna keç û xortên Kurd dike.

Bekirxan Şemzînî derbarê klîp û stranê ji Rûdawê re axivî û got:

“Em hewl didin ku bi stranên gelerî sûdê bidin muzîka Kurdî.

Ev klîba me ya nû ji ber ku hunermendek ji Bakur û yek jî ji Rojhilat tê de ne, gelekî taybet e.

Hunermend Xatûn Rojhelatî jî bi deng û şêwaza xwe di stranê de cihê xwe girtiye.

Ez gelekî kêfxweş im ku me karî tevî derfetên kêm jî klîpeke wiha amade bikin.”

Bekirxan Şemzînî yek ji hunermendên herêmî yên devera Şemzînanê ye û heta niha çend stranên wî wekî klîp li ser torên civakî hatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst