Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê komeke ciwanên Kurd ev salek e bi navê “Gêj Stand-Up”ê mîzah û komediya bi Kurdî çêdike.
Kom bi taybetî li mekanên Kurdan ên li derdora Beyoglu, Taksîm û Kadikoya Stenbolê bernameyên xwe saz dike.
"Mîkrofona vekirî" û mîzaha Kurdî
Gêj Stand Up bi çalakiya "mîkrofona vekirî" (open mic) mehê carekê an du caran li mekanên Kurdan li hev dicive.
Komedyen û kesên beşdarî şevên mîzaha bi Kurdî dibin, li ser jiyan, serpêhatî, civak û siyaseta rojane behsa henek, laqirdî û pêkenokên xwe dikin.
Temaşevan jî li ber mîzah û henekan têra dilê xwe şa dibin û demên xweş derbas dikin.
Damezirîner û komedyenên “Gêj Stand Up”ê ji Rûdawê re axivîn û wan diyar kir ku dirûşm û armanca wan ev e: “Werin em bi hev re bi Kurdî Stand-Upê bikin û bikenin.”
Her wiha kom di nav ciwanên Kurd de ji bo bipêşxistina axaftina bi zimanê Kurdî û ji bo derketina komedyen û Stand-Upvanên nû jî derfetan çêdike.
Ji ber vê yekê jî “Gêj Stand-Up” her ku diçe profesyoneltir dibe û di komediya Kurdî de bi pêş dikeve.
Komedyenên nû û eleqeya xelkê
Li Stenbolê komedyen û Stand-Upvanên nû yên Kurd radibin.
Navên hinek ji wan Şoreş Kinay, Davut Akar, Omer Aladag, Seyfettîn Salman, Ridvan Funny, Elîf Yilmaz û Mahîr Aslan in.
Şoreş Kinay ciwanekî 26 salî ye û yek ji damezirînerên koma “Gêj Stand-Up”ê ye.
Şoreş li nexweşxaneyê karê perestariyê dike lê ew li ser dikê xweşzar û pêkenokbêj e.
Ew li ser medyaya civakî bi taybetî bi henek û îroniyên xwe yên li ser pêvajoyê tê naskirin.
“Kurd êdî naxwazin…”
Şoreş Kinay li ser avakirina komê got: “Li Stenbolê me dît ku di warê Stand-Upa Kurdî de kêmasiyek hebû.
Me jî armanc kir ku em vê kêmasiyê tijî bikin. Eleqeya ji bo bernameyên me roj bi roj zêde dibe.
Lewra Kurd êdî naxwazin biçin stand-upa Tirkî temaşe bikin. Ew dixwazin Stand-Upê bi zimanê xwe Kurdî temaşe bikin.
Armanca min ev e ku ez mîzaha xwe bi pêş bixim û rojekê bi serê xwe Stand-Upê bikim.”
“Bila kerem bikin”... Derfetek e
Elîf Yilmaz jî yek ji avakarên komê ye. Ew jî bi taybetî ji bo bipêşxistina zimanê xwe carinan derdikeve ser dikê.
Elîf Yilmazê qala armanca xwe kir û anî zimên: “Ji bo ez Kurdiya xwe baştir bikim ez li cihên alternatîv digeriyam lê ji bo pratîk û bipêşxistinê zêde cih tunebûn.
Min û hevalan jî got ka em karekî wiha bikin. Paşê me Gêj Stand-Up ava kir.
Hevalên ku dixwazin Stand-Upa bi Kurdî bikin bila kerem bikin, deriyê me û sehneya me ji wan re vekirî ye.”
Ji Wanê heta Stenbolê mîzah
Onder Menderes Kahraman yek ji Stand-Upvanên endamê koma “Şîn û Şahî Stand-Up”ê ya li Wanê ye.
Menderesê ku bi henekên xwe yên li ser “Dayîkên Kurd” navdar e, niha li Stenbolê mêhvanê “Gêj Stand-Up”ê ye.
Onder Menderes Kahraman destnîşan kir: “Ez ji Wanê hatim Stenbolê. Ez 30 salî me û karê min berçavkfiroşî ye.
Ji xwe hewce nake Kurd tiştekî nû çêbikin, lewra em Kurd ji xwe henekdar in. Jiyana me hemû li ser henekan e. Hêviya min ev e ku Stand-Upa Kurdî serfiraz û dewlemend bibe.”
“Gêj Stand-Up”a ku beriya salekê bi amatorî dest bi mîzaha Kurdî kiribû, her ku diçe profesyoneltir dibe û didome.
Xuya ye ku “Gêj Stand-Up” dê li Stenbolê ji bo mîzah, komedî û Stand-Upa bi Kurdî bibe navendeke girîng a alternatîv.
#VÎDEO - "Gêj Stand-Up" kul û xemên Kurdên li Stenbolê direvîne
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 12, 2026
💬 Mîzaha Kurdî bi saya serê Stand-Upan berbelavtir dibe
🎙️ Gêj Stand-Up: Werîn em bi hev re bikenin pic.twitter.com/NJeQN2F0lP
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse