Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê ku di destê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de ye, konsera hunermenda Kurd Xecê betal kir.
Hunermend Xecê diyar kir wan hemû amadehiyên xwe kiribûn û gihiştibûn qadê lê bêyî ti sedemê rê li ber konsera wan hatiye girtin.
Daxuyaniya Hunermend Xecê
Hunermenda Kurd Xecê dê doh (10ê Gulana 2026an) li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê konserek bida û derketa pêşberî hezkirên hunera xwe.
Lê Şaredariya Serê Kaniyê ew konser betal kir.
Hunermend Xecê bi rêya vîdeoyekê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî, nûçeya betalkirina konsera xwe bi raya giştî re parve kir.
Hunermenda Kurd destnîşan kir ku ew biryar ne ji aliyê wan ve, ji aliyê birêvebiriya xwecihî ve hatiye wergirtin û li pey çû:
“Îro em li gel tîma xwe gihiştin navçeya Serê Kaniyê lê dema em çûn qada konserê, me zanî ku konser ji aliyê şaredariyê ve hatiye betalkirin.
Me hemû amadehiyên xwe kiribûn da ku li gel gelê xwe bin. Em ji ber vê biryarê gelekî xemgîn in, bi taybetî ku ti hincet ji me re nayê gotin em bêhtir xemgîn dibin.”
Daxuyaniya Şaredariyê
Li aliyê din, Şaredariya Serê Kaniyê jî li ser betalkirina "Ahenga Biharê" daxuyaniyeke kurt belav kir.
Şaredariyê sedema betalkirina bernameya konserê wekî "rewşeke neçaverêkirî" nîşan da û ragihand:
“Di çarçoveya çalakiyên Ahenga Biharê de, bernameya konsera ku dê îro bihata lidarxistin, ji ber sedemên neçarî û neçaverêkirî hatiye betalkirin. Em ji bo têgihiştina wan spasiya xelkê xwe dikin.”
Agahî ! / Duyuru! #xece #xecê #ceylanpınar #konser pic.twitter.com/HmDmRv068e
— Xecê (@XeceOfficial) May 10, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse