Gonul Dîlan: Ji ber nîşandana Kurdistanê ez ji fîlmê hatim derxistin

06-10-2025
RÛDAW
Gonul Dîlan / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Gonul Dîlan / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Gonul Dîlan Herêma Kurdistanê Fîlm Hunermend
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Gonul Dîlanê ragihand ku ew bi hinceta ku sala 2018an cihê xwe wekî "Herêma Kurdistanê" nîşan daye ji projeya fîlma Aşik Veysel hatiye derxistin.

Gonul Dîlanê ev yek wekî "nijadperestî û cihêkarî" bi nav kir û her wiha cara yekem eşkere kir ku berê jî ji ber sedemeke bi heman rengî projeya wê ya li TRT Kurdiyê hatibû bidawîanîn.

Hunermenda Kurd Gonul Dîlanê di daxuyaniyeke taybet de pirsên nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez ên li ser mijarê bersivandin.

Gonul Dîlanê ragihand ku ew ji projeya fîlma ku nêzîkî 8 mehan amadehiya wê dikir û tê de dê rola hevjîna yekem a Aşik Veysel bilîsta, ji aliyê derhêner ve hatiye derxistin.

Dîlanê diyar kir ku li pişt perdeya vê yekê parvekirineke wê ya li ser tora civakî ya salên berê heye.

"Min bi kelecaneke mezin dest bi projeyê kiribû"

Gonul Dîlanê behsa pêvajoya tevlîbûna xwe ya projeyê û şikestina hêviyên xwe kir û got:

“Ez nêzîkî 7-8 meh berê ji aliyê menajereke me û di heman demê de derhêner Gokhan Keskîn ve ji bo projeyê hatim vexwendin.

Piştî ku min senaryo xwend, demeke dirêj li ser senaryoyê xebitîm û piştre li gel hemû lîstikvanan lansmaneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Ez jî di lansmanê de bûm. Me bi hev re hevpeyvînek da.

Paşê min li ser hesabên xwe yên torên civakî bi awayekî fermî parve kir ku ez tevlî vê projeyê bûme.”

“Min ji bo vê projeyê karên xwe yên din betal kirin”

Dîlanê anî ziman ku ew ji ber cihgirtina di fîlmeke li ser jiyana hozanê gelêrî yê Tirk Aşik Veysel de gelekî kêfxweş bûye û wiha behsa pêbendbûna xwe ya bi projeyê re kir:

“Rola ku min dê bilîsta, hevjîna yekem a hozanê hezkirî Aşik Veysel bû.

Min bi kelecan û hezkirineke mezin dest bi xebata ji bo vê projeyê kir.

Gelek hevalên min ên lîstikvan dê min fêm bikin, hem xebata li ser devokê û hem jî li ser senaryoyê ne tiştekî hêsan e û dema min girt.

Min projeyên din ên sînemayê û karên xwe yên din ên ku di vê pêvajoyê de ji min re hatin, ji bo vê projeyê betal kirin.

Ji ber ku min dixwest xwe li ser vê projeyê bidim hev. Ez bi xwe jî ji ber kesayetiya xwe ya hunerî, di heman demê de mamosteya tembûrê me.

Min her tim ji Aşik Veysel hez kiriye. Bi kurtasî, min gelek ked da.”

Peyama bi rêya WhatsAppê

Dîlanê da zanîn ku di dema amadehiyên projeyê de bi peyameke ku ji derhêner Gokhan Keskîn wergirtiye her tişt guheriye û wiha behsa wê kêliyê kir:

“Rojekê birêz Gokhan Keskîn bi rêya WhatsAppê peyamek ji min re şand.

Du parvekirinên min ên kevn ji min re şandibûn, yek jê konsera min a sala 2018an a li Herêma Kurdistanê û ya din jî wêneyekî din bû.

Ji ber ku di beşa cih/lokasyonê ya wan parvekirinan de ‘Herêma Kurdistanê’ dinivîsî, got ku ew ji vê yekê aciz bûye û divê ez rakim.

Min jî jê re got ku ti pirsgirêk di vê de nînin, jixwe ew der birêvebiriya Herêma Kurdistanê ye, welatekî fermî ye û lokasyon bixweber derdikeve.

Min jê re got, dema tu li wir bî û tiştekî bi lokasyonê parve bikî, ne mimkin e ku wekî lokasyon Amerîkayê nîşan bidî.

Min bi vî awayî jê re rave kir, ew hinekî ji min aciz bû.”

“Wî ez ji her derê asteng kiribûm”

Dîlanê diyar kir ku piştî vê axaftinê careke din nikaribûye xwe bigihîne derhêner û ji kesên sêyem fêr bûye ku ew ji projeyê hatiye dûrxistin û wiha behsa mexdûriyeta xwe kir:

“Gelek dem di ser re derbas bû. Ji ber ku dema girtina fîlmê hatibû, min telefon kir lê ez negihîştim wî, ez ji her derê asteng kiribûm.

Paşê min ji kesên sêyem bihîst ku 2-3 hefteyan berê fîlm hatiye girtin, her tişt qediyaye û keseke din xistiye şûna min.

Wî hewce nedît ku daxuyaniyekê jî bide min.

Yanî li ser nebaşiyê, nebaşiyeke din. Ev tevgereke xerabtir e.”

Ji ber parvekirina Demîrtaş rêzefîlma min a TRT Kurdiyê hat bidawîanîn

Gonul Dîlanê tekez kir ku ev ne helwesta yekem a cihêkar e ku di jiyana xwe ya hunerî de rastî wê hatiye û cara yekem ji raya giştî re eşkere kir ku berê jî ji ber nêrînên xwe yên siyasî projeyeke wê hatibû bidawîanîn û anî ziman:

“Berê jî ez rastî vê yekê hatim. Ji ber ku min di dema xebatên hilbijartinan de siyasetmedarê ku min piştgirî dida û jê hez dikir, birêz Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û min got ez dê dengê xwe bidim wî, li TRT Kurdiyê ez rastî bertekê hatim û ji ber vê yekê rêzefîlma me ya Hêvî bi dawî hat.

Ez vê yekê cara yekem eşkere dikim, ji ber ku êdî ez dê bêdeng nemînim.

Di jiyana xwe ya muzîk û hunerê de ez her tim rastî tiştên wiha hatim lê min her bêdengiya xwe parast.

Min got ez mirovan deşîfre nekim lê bi rastî heta cihekî.

Bûyera Gokhan Keskîn jî bû xwê û îsota ser birînê. Çi qas mirov bêdeng bimîne, ew qas zêdetir mirov dest bi nijadperestiyê dikin.”

“Gelê min bi min re ye lê hunermend bêdeng in”

Dîlanê diyar kir ku piştî vegera xwe ya ji derveyî welêt, ew bi parêzerê xwe re axiviye, bûyer ji raya giştî re ragihandiye û dê serî li rêyên hiqûqî bide û wê ji kesî ti bertek nestandine.

Dîlanê anî ziman ku wê piştgiriya herî mezin ji gel dîtiye lê ji bêdengiya civaka hunerî gazinan dike û da zanîn:

“Aliyê herî baş ê meseleyê ew bû ku tenê gel li pişt min bû. Spas ji bo gelên Kurd û Tirk, gelê ku ji min hez dike û piştgiriya min dike hebû.

Niha her kes li ser medyaya civakî bi awayekî zêde piştgiriya min dike.

Lê aliyê ecêb ê meseleyê ev e, ti hevalên min ê hunermend li min negeriyam û wan negot, derbasî be, tu rastî bûyereke wiha hatiye.

Wisa xuya dike ku kes naxwaze xwe biavêje ber vî topê.”

Dîlanê, axaftina xwe bi tekezkirina li ser hêza yekkirinê ya hunerê bi dawî anî û got:

“Ez wekî Kurdekê, wekî jineke Kurd dixwazim vê bibêjim, ez naxwazim ji ber nasnameya xwe, ji ber rengê xwe, kes cihêkariyê li min bike û ji xwe dûr bixe.

Ji ber ku huner ne ji bo parçekirinê, ji bo yekkirinê heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst