Hejmara 6an a Kovara LEWergerê derket

07-05-2024
Besam Mistefa
Nîşan LEWerger Hejmara 6an
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, hejmara şeşem a kovara taybet bi wergera helbestan "LEWerger"ê derket pêşberî xwîneran.

LEWerger kovareke taybet e û barê wergerandina helbestên ji zimanên cuda yên cîhanê ji bo zimanê Kurdî girtiye ser milê xwe.

LEWerger her ji çar mehan carekê derdikeve.

Hejmara şeşem a mehên Gulan - Hezîran– Tîrmeh û Tebaxa sala 2024an e.

Hejmara şeşem a kovara LEWergerê ji 64 rûpelan pêk tê û wergerên ji gelek zimanên cîhanê li xwe digire.

Di nav zimanên ku werger ji wan hatine kirin de Îngilîzî, Ermenî, Swêdî, Fransî, Erebî, Bulgarî, Rûsî, Almanî û hin zimanên din hene.

Kovar bi Kurmanciya jor û jêr û Kirmanckî (Zazakî) wergeran diweşîne.

Di vê hejmarê de, helbestên gelek helbestkarên naskirî yên cîhanê hatine wergerandin û di kovarê de cih girtiye.

Helbest ji aliyê wergêrên Kurd ên wekî Ciwan Qado, Cansoz Dabo, Rizgar Elegez, Tengezarê Marînî, Azad Ekkaş, Azad Rêbiwar, Mizgîn Savci ve hatine wergerandin.

Komîteya weşana kovarê, di pêşgotina xwe ya hejmara 6an de derketina kovarê li hemû hezkerên peyva Kurdî ya şîrîn pîroz kir û bal kişand ser hinek dijwariyên derxistina kovarê.

Komîteyê di heman demê de soza berdewamiya kovarê da xwînerên xwe re got:

"Ta niha bi awayê fermî LEW li ser navê PirtûkaKurdî derdiket, ji niha pê ve dê bi awayê fermî çend hejmar li ser navê Weşanên NAyê der biçin û ta hingê jî em dê jê re binaxeyeke dîtir a mayînde deynin.

Bo ta niha em spasiya PirtûkaKurdî û bo ji vir pê ve jî em spasiya Weşanên NAyê dikin."

Komîteya weşana kovarê ji van kesan pêk tê: Miradê Miradan, Berfîn Huseynî û Yeqîn H.

Edîtorên hejmara 6an jî ev in: Yeqîn h., Samî Hêzil, Salih Agir Qoserî, Ciwan Qado, Azad Rêbiwar, Seyîdxan Kurij, Mizgîn Savci, Jiyar Homer, Alan Hemo, Micho Weis.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst