Hewlêr (Rûdaw) – Li Şama paytexta Sûriyeyê Festîvala Biziqê ya Şamê bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê dest pê dike û dê 3 rojan bidome.
Biryar bû ku Festîvala Biziqê ya Şamê di navbera 20 û 22yê Tîrmehê de bihata lidarxistin lê ji ber rewşa wê demê ya Sûriyeyê hat bipaşxistin.
Li gorî biryara nû, Festîvala Biziqê ya Şamê dê di navbera 7 û 9ê Tebaxê de li Şamê were lidarxistin.
Festîvala Biziqê ya Şamê dê bi çavdêriya Wezareta Çandê ya Sûriyeyê li Salona Qebaniyê ya li Şamê were lidarxistin.
Di çalakiya hunerî de, ji bilî hunermendên Kurd, hunermendên neteweyên din ên Sûriyeyê jî beşdar dibin û rojnameger û lêkolerê Kurd Îdrîs Murad serpereştiya wê dike.
Festîval bi navê amûra biziqê ye lê bi giştî li ser hemû amûrên bitêl û amûrên din ên muzîkê ye û di nav de amûrên rîtmîk û yên pifkirinê jî hene.
Beşdarên festîvalê 60 jenyarên navdar ên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne ku bi taybetî ji Qamişlo, Kobanî, Efrîn, Şam û Humsê ne û piraniya wan derçûyên Peymangeha Bilind a Muzîkê ya Şamê ne.
Her wiha dê di festîvalê de rêz li hejmarek hunermendan jî were girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse